Hefteya mafên mirovan a dewleta Tirk!

Di 6 rojên Hefteya Mafên Mirovan de dewleta Tirk komkujî, sirgûn, girtin, destgîrkirin, mafên mirovan û kiryarên xerab li ser civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ferz kir.

Piştî ku Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate qebûlkirin, 10-17'ê Kanûnê ji aliyê saziyên civaka sivîl ve weke Hefteya Mafên Mirovan hate pîrozkirin. Lê îsal jî li Kurdistan û Tirkiyeyê bû hefteyeke komkujî, sirgûn, girtin, destgîrkirin, binpêkirina mafên mirovan û kiryarên xerab.

Bîlançoya 6 rojên hefteya mafên mirovan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wiha ye:

Roja destpêkê (10'ê Kanûnê)

* A.A. ku ji meha Tebaxê ve li Dersimê li cenazeyê birayê xwe yê HPG'yî digere, di dawiya dawî de dît ku cenaze li goristana bêkewan e. Lê belê tevî ku encama testa DNA'yê eşkere bûye, cenaze nadin wî.

* Li Enqereyê 11 kes ji aliyê polîsên Tirk ve di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin.

* Bi îdîaya "li ber qanûna meş, xwepêşandan û civînê rabûne" salek û 6 meh li parlamenterên berê yên HDP'ê Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk hate birîn.

* Girtiyên bi navê Sûzan Çay û Dîcle Nûr ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'an a Rihayê sirgûnî Girtîgeha Xarpêtê hatin kirin.

* Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Gîresûnê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê 3 meh cezayê qutkirina ragihandinê li 3 girtiyên koma destpêkê hate birîn.

* Polîsan avêtin ser avahiya HDP'ê ya Amedê ku aktîvîstên TJA'yê ji bo 3 rojan ketibûn greva birçîbûnê Di sergirtinê de 25 kes hatin destgîrkirin.

* Li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa H a Erzîromê, temamiya girtiyan li dijî bicihkirina li hucreyan û zextên giran ji bo 4 rojan ketin greva birçîbûnê.

Roja duyemîn (11'ê Kanûnê)

* Li Wanê 14 jinên ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA'yê ku ji bo rakirina tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê hatin destgîrkirin.

* M.Ş. û kurê wî C.Ş. ku nekarîn ji gundê xwe yê Efrînê derkevin, yê ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, 5 mehan ji hêzên Tirk ên dagirker êşkence dîtin û qala vê hovîtiyê kirin.

* Salek û 10 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Adnan Bîlen hate birîn.

* Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê, gardiyanan li girtiyan xistin û ew li hucreyên yek kesî bi cih kirin.

* Li navçeya Farqîn a Amedê, 4 zarokên ji 7 heta 16 salî hatin destgîrkirin.

* Bi hinceta "propaganda rêxistinê kiriye", Midûra Nûçeyan a Jinnewsê Safiye Alagaş hate darizandin.

* Konsera gel ku Rêxistina DBP'ê ya Edeneyê û hunermendên NÇM'ê xwestin bi hev re organîze bikin, ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve bi hinceta "ewlekariya cemaweriyê" hate astengkirin.

* Li navçeya Erxenî ya Amedê, bi hinceta ku li nuqteya polîsan nesekiye, gule li wesayitekê hate reşandin. Ajokarê wesayitê Abdullah Arat li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

* Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê di encama lêkolînên xwe de ragihand ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Trabzon-Beşîkduzu lêgerîna bi tazî li girtiyan tê ferzkirin û êşkence li wan tê kirin.

* Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 771'ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serdana wan nehate qebûlkirin.

* Li rojnamevan Ece Sevîm Ozturk 3 sal, mehek û 15 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Bi biryara cezakirinê ya dadgehê re Ozturk hate berdan.

Roja sêyemîn (12'ê Kanûnê)

* Emrah Naycî yê li Şirnexê di êrîşeke leşkerî de bi birîndarî hate destgîrkirin, eşkere bû ku zêdeyî mehekê li hucreya yek kesî hatiye hiştin û ji bo tedawiyê ew nebirine nexweşxaneyê.

* Tijda Kiliç ku li navçeya Pîlemûrî ya Dersimê mamostetî dikir, di bin navê "lêpirsîna ewlekariyê" de ji kar hate avêtin.

* Huseyîn Kayra ku berê 3 caran hate destgîrkirin û wextekê li girtîgehê ma, li cihê ku ji bo kar bang lê hate kirin, polîsan pêşniyara 'sîxuriyê' lê kirin.

* Li navçeya Ataşehîr a Stenbolê, li bendeke kontrolê ya polîsan gule li wesayitekê hate reşandin û di encamê de Cîhan Seyhan ê 17 salî jiyana xwe ji dest da.

* Li gelek navçeyên Îzmîrê, rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

* Li navçeya Maltepe ya Stenbolê, jina bi navê Gultem Gulum Dîl hate kuştin.

* 6 girtiyên li girtîgehên Mêrdîn û Şirnexê sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.

* Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Halît Şaşmaz di operasyonên qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.

* Li Amedê, polîsan avêtin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya HDP'ê ya bajêr. 50 kesên ketin greva birçîbûnê destgîr kirin.

* Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, êşkence li rêveberê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Kiran hate kirin, ji ber ku lêgerîna bi rengekî tazîkirî qebûl nekir.

Roja çaremîn (13'ê Kanûnê)

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîr-Şakranê, rewşa tenduristiyê ya Mevlude Başdaş a 61 salî ku bi rêjeya 86 ji sedî astengdar e, nebaş bû.

* Dayika Aştiyê Remziye Bayram ku li avahiya HDP'ê ya Amedê di dema greva birçîbûnê de hate destgîrkirin, anî ziman ku polîsan di heqaret li wan kiriye.

* Serokê Giştî yê Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD) Mehmet Veysî Askar bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

* Walîtiya Tirk a li Wanê ragihand ku hemû çalakiyên li nêzî girtîgehên li bajêr hatine qedexekirin.

Roja pêncemîn (14'ê Kanûnê)

* 11 kesên li Wanê li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê, danê sibehê li avahiya HDP'ê ya bajêr hatin destgîrkirin.

* Li taxa Goganê ya navçeya Xelfetiyê, bi îdîaya parvekirina li medya civakî jendermeyan avêtin ser mala welatiyê bi navê Halîl Erbîl (45) û ew destgrkirin.

* Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2'emîn a Tekîrdagê ragihandin, bi greva birçîbûnê re binpêkirina mafên mirovan zêde bûne û li wan hatiye ferzkirin ku bi rengekî tazîkirî bên saxkirin.

* Salek, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îshak Yasûl hate birîn.

* Li Rihayê, 5 kesên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê hatin destgîrkirin.

Roja şeşemîn (15'ê Kanûnê)

* Ji 22 kesên l Îzmîrê rojên dawî hatin destgîrkirin, 7 jê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" hatin girtin.

* Rêveberê HDP'ê yê Osmaniyeyê Kamûran Bakrak hate girtin.

Dema ku mirov bala xwe didin ser bîlançoya li jorê hatiye eşkerekirin, tê dîtin ku ti qîmeta Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji bo dewleta Tirk nîne.