Kişanak jî kete greva birçîbûnê: Divê tecrîd rabe

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete greva birçîbûnê.

Piştgiriya ji bo Hevseroka Giştî ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven zêde dibe, ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ketiye greva birçîbûnê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî îro dest bi greva birçîbûnê kir. Kişanak ragihand ku ew ketiye greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger.

'ROLA BIRÊZ OCALAN HATE DÎTIN'

Kişanak ev daxuyanî da: "Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan ez jî ji îro û pê ve dest bi greva birçîbûnê ya doveger dikim. Destekê didim greva birçîbûnê ya wekîla me Leyla Guven ku ji bo heman armancê dest pê kiriye. Ji bo encam bê girtin û tecrîd were rakirin, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan. Tecrîda giran a li Îmraliyê hem li dijî mafên mirovan ên bingehîn e, hem jî binpêkirineke giran a hiqûqê ye ku ti dewleta dixwaze bibe dewleta hiqûqa demokratîk pêk nîne. Di pêvajoyê bihurî de hate dîtin bê rola Birêz Ocalan a di aştiya civakî de çiqasî girîng e. Lewma bidawîkirina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû ku pêşî li aştiya civakî vedike.

'EZ BAWER IM KU EM Ê BI SER BIKEVIN'

Bang li raya giştî ya demokratîk û wijdanê civakî dikim ku çalakiyên greva birçîbûnê rast fêhm bikin û destekê bidin. Berî ku Tirkiye bikeve nava Şerê 3. ê Cîhanê ku emperyalîzm li Rojhilata Navîn pêk tîne, pêwîstiya me bi dengekî aştiyê heye. Ji bo dengê berpirsyarî, aştî û diyalogê were bihîstin, divê tecrîda li Îmraliyê tavilê were rakirin. Nabe ku em bihêlin ku şer, mirin û zilm dengê aştiyê bibire. Ez pê bawer im ku em ê bi ser bikevin."