Berxwedana Ocalan, berxwedana mirovayetiyê ye

Akademîsyen Thomas Jefrey Mîley: Ocalan 20 sal in, di bin tecrîdeke giran de ye lê serkeftinên wî yên hebûnwarî û entellektueliyê berxwedana wî nîşan dide. Ev di heman demê de berxwedana mirovayetiyê ye.

Akademîsyen Thomas Jefrey Mîley ê ku di nav heyeta Îmraliyê ya navneteweyî de ye, li Zanîngeha Cambrîdgeyê di beşa Civaknasiyê de hîndekar e. Thomas Jefrey Mîley di Konferansa Kurdan a Navneteweyî ya 15’emîn de axivîbû. Mîley derbarê rejîma li Tirkiyeyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka bersivand.

Mîley ji bo faşîzma Erdogan got ku, “Yek ji metoda fêmkirina faşîzmê jî ev e ku, wê wekî têgeheke aîdî Ewrûpa fêm dikin. Wekî ya Îtalya û Elmanyayê. Lê heke mirov di çarçoveya dîktatoriya populîst û nijadperestiya paşverû de lê binihêre, rejîma Erdogan cihekî berfireh werdigire. Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn, Tirkiye di warê pêvajoya jeopolîtîk a leşkerî de dibe jendirmeyê NATO’yê. Li ser vî esasî mirov dikare Tirkiyeyê wekî makîneya şer pênase bike. Erdogan li welatê xwe û li cîhanê bi rastgiran re têkilî danî. Vê polîtîkaya xwe li ser şerê li dijî Kurdan ava kir. Vê polîtîkaya xwe li dijî projeya siyasî ya tevgera Kurd ava kir. Li hemberî modela konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vê astê. Konfederalîzma demokratîk tirsa herî mezin a tîranên li Rojhilata Navîn e. Ji ber vê jî li dijî rêzdar Ocalan komployeke navneteweyî hate kirin. Ji ber vê jî PKK xistine lîsteya rêxistinên terorê. Ji ber vê jî li ser Ocalan tecrîdeke mezin heye. Ji ser HDP, ji ser Rojava û ji ser yekîneyên şoreşger ên li Rojava hewl didin tevgera Kurdan têxin bin kontrola xwe. Tirsa wan herî mezin ev e ku ew nikaribin projeya Ocalan têxin bin kontrola xwe. Heke rojekê em li dîroka têkoşînan binihêrin, em ê gelek tiştan bibînin. Ocalan 20 sal in, di bin tecrîdeke giran de ye lê serkeftinên wî yên hebûnwarî û entellektueliyê berxwedana wî nîşan dide. Ev di heman demê de berxwedana mirovayetiyê ye. Divê ez vî tiştî jî bibêjim, tişta ku bi Ocalan re heye, ji bo mirovayetiyê hêvî ye.”

Di hevpeyînê de Mîley qala pirtûka xwe ya bi navê ‘Yoûr Freedom and Mîne’ (Azadiya te û ya min) dike ya ku ligel Federîco Ventûrînî dike. Mîley dibêje ku “Yek ji sedema vê pirtûkê ev bû ku, em derbarê Ocalan li qada navneteweyî hevgirtinekê ava bikin. Me xwest em di çarçoveya ‘Azadî ji Ocalan re’ tiştên li Kurdistanê bikin belge û xeyalşikestinên dewleta Ewrûpayê ya ku derbarê Ocalan bi me daye kirin, em karibin vî tiştî bikin belge. Me xwest em kokên li Ewrûpayê ya tîrantiya li Tirkiyeyê derxînin holê. Ji aliyekî din ve jî me xwest em hevgirtina navneteweyî derxînin holê. Armanceke pirtûkê jî ev e ku, em diyar bikin têkoşîna azadiyê ya Kurdan di bingeha xwe de têkoşîna mirovayetiyê ye. Em karibin şoreşa Rojava û girîngiya wê ya di dîroka global de deynin holê û li ser esasê hevgirtina navneteweyî de em qala girîngiya wê bikin. Tevgera Kurdan agirekî şoreşger di destê wê de ye. Geşkirina wî agirî di destê me de ye. Armanceke din a vê pirtûkê ev e ku em wî agirê şoreşger li qadên din belav bikin.”

Mîley di hevpeyvînê de balê dikişîne ser peywirên demokratên şoreşger û dibêje ku “Divê em piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan tê kirin. Ya din divê em vê îradeya têkoşînê ya van kesan baş binirxînin. Ev berxwedan bi agir dest pê kir ê ku Ocalan vêxistiye. Ev jî derdixe holê ku ew nikarin Ocalan îzole bikin. Dikarin bedena Ocalan îzole bikin û bidin kuştin, lê nikarin fikrên wî tecrîd bikin. Berpirsyariya me ya sereke ev e ku divê em peyamên Ocalan ragihînin. Divê em vê pêvajoyê derxînin holê. Berpirsyariya me ya exlaqî jî ev e ku em helwesta CPT’ê û saziyên Konseya Ewrûpayê rexne bikin û li hemberî wan helwesteke zelal derxînin holê.