MLKP/Kurdistan: Ev agir ew ê her kesî bişewitîne!

MLKP/Kurdistan nerazîbûn nîşanî ‘terora faşîst’ a dewleta Tirk da û diyar kir ku rejîma Erdogan Tirkiyeyê dixe nav şerekî mezin.

MLKP/Kurdistan derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Erdogan li ser jiyana kesên ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dijîn gefeke mezin bi rê ve dibe.Erdogan niha jî gefa êrîşên nû dixwe. Ev êrîş tê wateya têkiliya organîk a Erdogan a bi çeteyan re.

Erdogan niha li kolanan, li avahiyên partiyan û li saziyên wekî ÎHD’ê tehamulî tiştekî nake. Ji rûniştinên Dayîkên Şemiyê heta grevên birçîbûnê ji her tiştî ditirse. Beriya hilbijartinê Erdogan û Bahçelî dikarin serî li her cure fen û fûtan bidin.

Heke destûr ji van polîtîkayên şer re were dayîn ew ê ev agir her kesî bişewitîne.

Ji ber vê jî roja daketina qadan e. Roj roja geşkirina têkoşînê ye. Rêya vê têkoşînê jî ev e ku divê têkoşîna li kolan û qadan were geşkirin. Divê xwedî li şoreş Rojava were derketin. Divê ji bo azadî û şoreşê, mirov seferber bibin.”