Temellî: Bi têkoşîna xwe em ê tecrîdê bi dawî bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî nerazîbûn nîşanî wan derdoran da yên ku li hemberî çalakiya Leyla Guven bêdeng in. Temellî diyar kir ku divê tecrîd were rakirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Mûşê bi gel re civiya û rojev nirxand.

Temellî di axaftina xwe de qala van tiştan kir:

“Îro roja 41’emîn a çalakiya parlementera me Leyla Guven e. Leyla Guven bi fikr û bedena xwe li hemberî vê feraseta faşîst li ber xwe dide. Berxwedana wê rê nîşanî me dide. Helwesta wê ji bo pêşîvekirina Tirkiyeyê ye. Ji ber ku Tirkiye li aştiya xwe digere. Em ê bi berxwedanê vê rêyê vekin.

Ez bang li hemû kesî dikim, 41 roj, demeke dirêj e. Ma hûn li benda çi ne? Werin piştgiriyê bidin vê têkoşîna aştiyê û xwedî li berxwedanê derkevin.

TECRÎD

Tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li ser aştî û demokrasiya vî welatî ye. Em ê bi têkoşîna xwe vê tecrîdê ji holê rakin. Yên ku tecrîdê dikin, îradeya jiyana bi hev re tune dihesibînin. Em jî dibêjin em ê bi hev re bijîn. Erdogan dibêje ‘Êdî bila tu kes qala çareseriyê neke’ Em jî dibêjin jixwe em tiştekî ji te naxwazin. Siyaseta te û yên bi te re êdî nikarin tiştekî bidin welat. Piştî demeke kurt ev welat wê ji vê siyasetê rizgar bibe. Siyaseteke nû dest pê dike. Ev siyaset ji herêman dest pê dike û ew ê bibe serwer.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ EWROPA

Ez bang li Ewropa dikim. Muktesebata Yekîtiya Ewropayê xwe dispêre krîterên Kopenhagê. Divê têkiliyên we di çarçoveya krîterên Kopenhagê de be yan an ew ê şer were ber deriyê we jî. Yên ku bi Erdogan re li hev kirine, dibêjin qey ew xwe diparêzin. Lê berevajî vi tiştî rê li ber drameke mirovayetiyê vedikin.

EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN

Hindik ma. Bi gişî sê meh û nîv ma. Em ê hemû navçeyên xwe ji van qeyûman rizgar bikin. Em ê hemû Tirkiyeyê ji qeyûman rizgar bikin.

Tişta ku niha ji me re pêwist e, ev e ku em bibin muşahît û di bin banê HDP’ê de xwe birêxistin bikin. Ev bawer im em ê karibin vî tiştî bikin. Piştî demeke kurt li bajarên Kurdistanê ew ê HDP were ser desthilatdariyê.”