'Cara yekê ye ku demeke ewqasî dirêj agahî ji Ocalan nayê girtin'

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu got, cara yekê ye ku demeke ewqasî dirêj agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.

Roja Yekşemê li bajarê Marsîlya yê li Fransayê civîneke gel pêk hat û parêzer Serbay Koklu tevlî bû.

Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û nêzî 200 kes tevlî bûn. Civîna gel ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-E) ve hate organîzekirin. Çalakgerên greva birçîbûnê jî beşdarî civînê bûn.

Parêzer Koklu got, "Ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve ne malbat, ne heyetê ne jî parêzeran ti agahî ji Birêz Ocalan negirtine. Cara yekê ye ku demeke ewqasî dirêj agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Ev yek qonaxa nû ya sîstema tecrîdê ya Îmraliyê nîşan dide."

Koklu anî ziman, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikarin Ocalan bibînin û got, "Destûr nayê dayin ku Birêz Ocalan karibe parêzerên xwe bibîne. Mesele di vir de ne tenê hevdîtina parêzeran a bi Birêz Ocalan re ye. Di vir de ne tenê mafê mirovan, mafê hevdîtinê yê parêzeran tê binpêkirin; di heman demê de pêşî li mekanîzmayên ku karên hiqûqî, mafên hiqûqî û misogeriya hiqûqî ya Birêz Ocalan pê were birêvebirin, tê astengkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve ti ewlehiyeke hiqûqî ji bo Birêz Ocalan nîne. Destûra nayê dayin ku bi ti awayî xwe bigihîne hiqûqê. Ev yek ji bo hiqûqa Ewropayê ne tiştekî qebûlkirinê ye. Rewşeke ku weke êşkenceyê tê qebûlkirin."

'CPT Û DMME XWESTÎ LI SEDEMÊN XWE YÊN HEBÛNÊ DERNAKEVIN'

Koklu bal kişand ser helwesta Komîteya Pêşîgrtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û wiha dewam kir: "CPT û DMME ketin nava helwesteke welê ku sedemên xwe yên hebûnê, pîvanên xwe yên hiqûqî, referans û pêvajoyên xwe yên dîrokî înkar dikin, rewabûna xwe ji holê radikin. Ji ber ku Birêz Ocalan jî digot, 'Ev ne sîstemeke ku welatek bi tena serê xwe ji binî rabe'. Bi bîr dixist ku Gûantanamo jî piştî sîstema Îmraliyê hatiye avakirin. Birêz Ocalan ji xwe Îmraliyê weke pêvajoyek beriya Gûantanamoyê bi nav dike. Digot, 'Ancax piştî Îmraliyê karîbûn Gûantanamoyê bixin meriyetê."

Di dawiya axaftinê de sînevîzyonek li ser têkoşîna Ocalan hate nîşandan. Civîn bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.