Mizgefta Mûsilê ji nû ve tê çêkirin

Mizgefta El Nûrî ku yek ji sembolên Mûsilê ye û di dema şerê dijî DAÎŞ'ê de xera bû, ji nû ve tê çêkirin.

Mizgefta ku sedsala 12'an hatibû çêkirin, Hezîrana 2017'an hilweşiya bû. Artêşa Iraqê ragihandibû ku çeteyên DAÎŞ'ê teqemenî xistine vê mîrateya dîrokî ya bajêr û bi vî rengî îmha kirine.

Çeteyên DAÎŞ'ê ku beriya niha li Sûriye û Iraqê gelek cih û warên dîrokî hilweşand, ev sûcdarî red kir û îdîa kir, mizgeft di bomberdûmana koalîsyona navneteweyî de hilweşiya ye.

Şefê çeteyên DAÎŞ'ê Ebû Bekir El Bagdadî, piştî ku sala 2014'an Mûsil dagir kirin, li mizgefta El Nûrî xalîfetiya xwe îlan kiribû. Mûsil sê salan di nava dagirkeriya çeteyên DAÎŞ'ê de ma. Piştî şerekî dijwar, Tîrmeha 2017'an kete kontrola hêzên hikumetê.

Roja Yekşemê bi dehan berpirsyarên olî û siyasî, nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî li qada ku mizgeft lê tê çêkirin civiyan. Berpirsyarê olî yê Sûnî Ebû Bekîr Kenaan kevirê destpêkê ji bo lêkirina mizgeftê danî.

Li ser wî kevirî wiha hatibû nivîsandin: "Ev kevir ji bo ji nû ve çêkirina minareya El Hadba û Mizgefta El Nûrî ya Mezin û ji bo restorasyona wan 16'ê Kanûna 2018'an hate danîn."