DGH: 2 kargeh û 2 febrîqe hatin şewitandin

Koordînasyona DGH'ê ragihand, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbol, Îzmîr û Antalyayê 2 kargeh û 2 febrîqe hatine şewitandin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê û serbestbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatine lidarxistin. DGH'ê ragihand, 2 febrîqe û 2 kargeh bi temamî hatine şewitandin.

Di daxuyaniya DGH'ê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

STENBOL

"10'ê Kanûnê li navçeya Maltepe ya Stenbolê febrîqeyeke 3 qatî ya ku Enjeksiyona Plastîk çêdikir ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hate şewitandin. Di encamê de febrîqe bi temamî şewitî.

14'ê Kanûnê li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê, febrîqeyeke singir, ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve bi temamî hate şewitandin.

ANTALYA

Êvara 11'ê Kanûnê saet 21:30'î, kargeheke li sûka şaredariyê ya navçeya Kemer a Antalyayê ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Harûn Serhed ve hate şewitandin. Di çalakiyê de kargeh bi temamî şewitî û ziyaneke madî li du kargehên din bû.

ÎZMÎR

14'ê Kanûnê li taxa Alaçati ya navçeya Çeşme ya Îzmîrê, kargeheke ku malzemeyên înşaetê difirot, ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Nûda Elefterya ve hate şewitandin. Kargeh bi temamî îmha bû."

Di dawiya daxuyaniya DGH'ê de hişyarî hate dayin û hate gotin, heta ku tecrîd bi dawî bibe û hemû êrîşên faşîzan biqedin, wê kes, mal, wesayit, kargeh, febrîqe û saziyên hevkar bibin hedefa wan a bingehîn.