Turkdogan: CPT bi erka xwe ranabe

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan diyar kir, tecrîda li Îmraliyê êdî veguheriye êşkenceyê û got, CPT bi erka xwe ranabe, Konseya Ewropayê (KE) jî bi rengekî siyasî nêzî binpêkirina mafên mirovan ên li vir dibe.

Li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nerazîbûna gel a li dijî vê yekê, Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ji me re axivî.

Turkdogan diyar kir, polîtîkaya îzolasyon û tecrîdê ya li girtîgeha Îmraliyê li Ocalan tê ferzkirin, niha li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye û got, "Tecrîdkirina Ocalan êdî veguheriye îzolasyonê. Ev tecrîd di heman demê de li dijî nêrîn û fikrên Ocalan e. Dixwazin nehêlin ku gotinên Ocalan bigihêjin raya giştî."

'CIVAK HATIYE TECRÎDKIRIN'

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan anî ziman ku ev tecrîd di heman demê de tecrîdkirina civakê ye û wiha dewam kir: "Ji xwe desteserkirina şaredariyan, girtina hevşaredaran, parlamenteran û akademîsyenên aştîxwaz, ya jî derxistina ji kar, vekirina dozan encama vê yekê ye. Yanî civak bi temamî hatiye tecrîdkirin. Ev hemû jî bi têkçûna pêvajoya aştiyê dest pê kirin. Wê wextê nabe ku mirov tecrîdkirina Ocalan û tecrîdkirina civakê ji hev cuda binirxînin. Tecrîdkirina Ocalan li nava tevahiya civakê hatiye belavkirin. Ev her du rewş ji hev cuda nînin."

AKP DIXWAZE PÊŞÎ LI REWATIYA OCALAN A LI NAVA CIVAKÊ BIGIRE

Turkdogan bal kişand ser nerazîbûna civakê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan û got, "Civak di mijarê de hesas e û xwedî li çalakiya Leyla Guven derdikeve. Ji bo şikandina vê hesasiyeta civakê zexteke giran tê kirin û dixwazin çalakiyan têk bibin. Mirov dikarin bêjin ku operasyonên ji bo têkbirina meşrûiyeta xwedîderketina li Ocalan tên kirin. Dixwazin pêşî li rewatiya Ocalan a li nava civakê bigirin."

ERKA CPT PÊŞÎGIRTINA LI ÊŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ, LÊ BI ERKA XWE RANABE

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê jî nirxand û anî ziman, saziyên bi vî rengî êdî hin tiştan tevlîhev dikin.

Turkdogan got, "Tirkiyeyê der barê tecrîdê de teqez tiştek ji CPT re gotiye. Lê belê divê CPT li gorî tiştê jê re hatiye gotin tevnegere, pêwîste wezîfeya xwe bi cih bîne, li cih lêkolînê bike, rewşê tespît bike û bi awayekî vekirî ji raya giştî re eşkere bike ku mafên Ocalan tên binpêkirin. Ev yek ji xwe erk û wezîfeya CPT ye. Wezîfeya CPT têkoşîneke xurt a li dijî êşkenceyê ye. Eger tecrîd gihaştibe asta îzolasyonê, ev yek êdî êşkence bi xwe ye. Ji ber Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) vê yekê wiha rave dike. Eger qanûnên navneteweyî bi vî rengî pênase dike, wê çaxê wezîfeya CPT ew e ku pêşî li êşkenceya li Îmraliyê bigire. Li şûna ku pêşî li vê bigire, eger CPT hewl dide ser wê binixumîne, ev yek tê wê wateyê ku wezîfeya xwe nake."

Turkdogan li ser helwesta Konseya ewropayê jî got, "Ji bo polîtîkaya aştiyane li Tirkiyeyê biafirîne, dikarîbû însiyatîfên cidî werbigirta. Lê belê bi vê însiyatîfê ranebû."

Turkdogan ragihand, Konseya Ewropayê divê li gorî peymana xwe ya damezrandinê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere û got, "Lê belê derketiye derveyî çarçoveya erka xwe û bi rengekî polîtîk tevdigere. Bi vî rengî armanca jê tê xwestin bi cih bîne. Konseya Ewropayê gelek tawîzên mezin da Rûsya, Azerbaycan û Tirkiyeyê."

Ozturk Turkdogan anî ziman, tawîzên hatine dayin ji bo çareserkirina pirsgirêka demokrasiye û mafê mirovan a li van welatan bi kêrî tiştekî nayê, berevajî; pirsgirêka demokrasî û mafên mirovan a li welatên qala wan tê kirin mezin bûye.

Turkdogan got, "Tawîzên ku ji bo Tirkiyeyê hatine dayin, tiştên baş bi xwe re neanî. Tirkiye xist nava rewşeke hîn nebaş."