Li Montpellîer û Stûttgartê çalakiyên bîranînê

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê hatin bîranîn. Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî ji bo piştgiriya bi malbatên şehîdan re xwarina xêrê hate dayin.

Çalakiya bîranînê ya li bajarê Montpellîerê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Nûnerê FEDA'yê Şenol Hantekîn li bîranînê axivî û got, "Mejiyê ku doh li Mereşê komkujî kir û zîhniyeta ku li Roboskî komkujî kir, yek e."

HantekÎn got, "Divê em li dijî vê zîhniyeta kujer têbikoşin. Erdogan dijminê Elewiyan, Kurdan û Îslamê ye."

Hantekîn êrîşên rejîma Tirk ên li Şengal û Mexmûrê şermezar kir û herî dawî bal kişand ser greva birçîbûnê ya wekîla HDP'yî Leyla Guven ku ketiye roja 40'î. Hantekîn diyar kir, daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan kesî ye û divê tavilê hevdîtin bi Ocalan re were kirin.

Piştre li ser komkujiyên Roboskî û mereşê sînevîzyonek hate nîşandan.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî, ji bo piştevaniya malbatên şehîdan xwarina xêrê hate da yin. Xwarin li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat edayin û bi dehan kes lê amade bûn.

Bêrîvan Oran bi navê malbatên şehîdan axivî û got, "Berpirsyariya me ye ku em li bajarên Ewropayê bi ruhê Kurdistanî bijîn û şehîdên xwe bi bîr bînin. Li ser vê bingehê, em soz didin ku em ê dilsozê bîranînên wan bin."

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş jî işaret bi girîngiya piştgiriya bi malbatên şehîdan re kir û got, "Dîroka Kurdistanê di heman demê de dîroka şehîdan e. Mîrateya ku şehîdan ji me re hiştine, mîrateya bi rûmet e."

Di çalakiyê de hunermend Xemgîn Bîrhat derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.