Erol Aydemîr dest bi greva birçîbûnê kir

Erol Aydemîr ê li bajarê Caglîarî yê Girava Sardenya ya Îtalyayê ragihand, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê dike.

Berxwedanên greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi aramanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin, berbelav dibin. 

Bi vê armancê Erol Aydemîr ê li girava Sardenya a li bajarê Caglîarî ê Îtalyayê dijî jî dest bi greva birçîbûnê kir. 

Aydemîr ê bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiya xwe ragihandî, şervanê enternasyonalîst ê YPG’ê Lorenzo Orsetti ku li Dêra Zorê di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûyî, bi bîr anî.

Aydemîr da zanîn ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê daye destpêkirin da zanîn ku roja Newrozê çalakiya xwe daye destpêkirin. 

Aydemîr bal kişand ser çalakiya fedaî ya Zulkuf Gezen jî û got, “Mazlûm Dogan, careke ispat kir ku Newroz şêwazekek berxwedanê ye. Leylayan, Nasiran, Zulkufan ji Xeyriyan, Kemalan, Eliyan ala berxwedanê dewr girtin û ji nû vedîrokê dinivîsin.”