Newroz li Montpellierê hate pîrozkirin
Kurdên li Montpellierê Newroz pîroz kirin.
Kurdên li Montpellierê Newroz pîroz kirin.
Kurdên li bajarê Montpellier ê Fransayê, Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.
Kurdistanî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li parka Peyrou Pitotê li hev civiyan û bi meşaleyan heta navenda bajêr meşiyan.
Di meşê de bi zimanên Fransî û Kurdî dirûşm hatin qîrîn. Kurdistanî heta Place de la Comedie meşiyan û li meydanê agirê Newrozê dadan.