Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê didomin

Li gelek bajarên Ewropayê ji bo pîrozkirina Newrozê çalakî hatin lidarxistin.

Li gelek bajarên Ewropayê ji bo pîrozkirina Newrozê çalakî hatin lidarxistin.

PARÎS: Xwendekarên Zanîngeha Saint-Denis ku yek ji mezintirîn zanîngehên Parîsê ye, Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî li hewşa zanîngehê pêk hat û bi sedan ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst tevlî bûn. Ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê Denîz Surgut jî bi rêya skype ji beşdaran re axivî û Newroz li wan pîroz kir. Di dema pîrozbahiyê de ciwanan daxwazên xwe nivîsîn, bi balonan ve girê dan û balon bi hewa xistin. Di dema pîrozbahiyê de Diyar Mehrovî û Grûp Mûnzûr stran gotin û ciwanan jî li ber stranên wan govend gerandin. Di dawiya pîrozbahiyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.

BERLÎN: Pîrozbahiyên Newrozê yên li paytexta Elmanya Berlînê didomin. Bi vê armancê li Passionkircheyê resepsiyonek hate lidarxistin. Qisekeran bi Kurdî û Elmanî Newroz li gelê Kurd û dostên wan pîroz kirin û qala girîngî û wateya Newrozê kirin. Parlamentera Partiya Çep a Parlamena Federal a Elmanyayê Gokay Akbûlût û Parlamenterê Parlamenta Eyaleta Berlînê Hakan Taş, Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, şaredarê berê yê Agiriyê Huseyîn Yilmaz, Anna Kuntze, Holger Spohr, Elke Dangeleit li resepsiyonê axivîn. Koma Govendê-Faraşîn, Grûp Eylo û Rûken Kardaş jî hunera xwe pêşkêş kirin.

KASSEL: Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê, berxwedêrên greva birçîbûnê Omer Bagdûr û Cemal Kobanê bi dîmen bi Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven re axivîn û Newroza hev pîroz kirin.

MANNHEIM: Newroz li bajarê Mannheim ê Elmanyayê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Alî Xerzan, Koma Zarokên Rojê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Bi wesîleya Newrozê, Ronahî û Bêrîvan li cihê ku çalakî kirin hatin bîranîn. Êvarê saet 18:00 jî li Altefeuerwacheyê agirê Newrozê hate dadan. Di çalakiyê de ku peyamên saziyan hatin xwendin, dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Beşdaran li dora agirê Newrozê govend gerandin.