MKP'ê salvegera 3'an a damezirîna HBDH'ê slav kir

Bûroya Navenda Siyasî ya Partiya Maoîst Komunîst bi daxuyaniyeke nivîskî salvgera 3'yan a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) slav kir û got, ''Têkoşîna me ya yekbûyî di sala 4'an de xwedî wê dînamîkê ye ku dikare bi pêngavên mezin rabe''.

HBDH beriya bi 3 salan, 12'ê Adara 2016'an li Qadên Parastinê yên Medyayê damezirîna xwe ragihandibû.

MKP'ê bal kişande ser sala 4'an a HBDH'ê û girîngiya têkoşîna yekbûyî destnîşan kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin HBDH ku yek ji mewziya girîng a têkoşîna şoreşger e, li gel kêmasiyên xwe jî di têkoşîna şoreşê de biryardar e û li ser vê rawestiyaye û hate diyarkirin di sala 4'an de ev kêmasî wê werin çareserkirin, valahî werin tijekirin û  wihahate domandin:''dirûşma ''faşîzm wê têk biçe, gelên me wê bi ser bikevin''  wê  were bicihanîn.''

MKP'ê di daxuyaniyê bal kişande ser greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kiriye û hate goitn, ''Li gorî berpirsyariya me ya li bara berxwedana greva birçîbûnê, bi hişmendiya yekîtiya têkoşînê ya di eniya demokratîk de divê em xwe lê bikin xwedî, piştevanî li vê berxwedana meşrû û demokratîk were kirin, li pêşîya xwenebihistîkirinê ya daxwaza mirovî û berxwedanê bend werin danîn.''

MKP'ê herî dawî got, ''Di  sala 4'an de têkoşîna me ya yekbûyî xwedî wê dînamîkê ye ku pêngavên mezin bide ber xwe. Bes ku em wêrek bin, bi hişmendiya ku em bi pêş ve biçin xwe li peywirên xwe bigirin.''