ROJANE
Hemû Nûçe
-
Malbatên girtiyan: Divê daxwaz bên pejirandin
Destûr nedan ku malbatên berxwedêrên di greva birçîbûnê de bi Wezareta Dadê re hevdîtinê pêk bînin. Malbatan dan zanîn ku heta tecrîd ranebe wê li ber wezaretê çalakiya rûniştinê pêk bînin. -
Parlamentera YE'yê Bjork: HDP wê Erdogan qels bike
Parlamentera Yekîtiya Ewropayê Malîn Bjork got, HDP wê di hilbijartinê de bi ser bikeve û Erdogan qels bike. Bjork her wiha got, Ewropa divê derbarê grevên birçîbûnê tevbigere. -
Fransayê derbarê ‘dadgeha navneteweyî’ ya li Rojava daxuyanî da
Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê werin darizandin bang kiribû. Piştî vê bangê nerazîbûn hatin. -
TJA'yê li dijî êrîşên faşîst banga berxwedanê kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkilî çalakiyên fedaî yên li girtîgehan daxuyaniyek da, banga li hemû dilxwazên aştiyê kir ku tecrîdê bişkînin û li dijî êrîşên faşîst li ber xwe bidin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: 5 girtî, 10 destgîrkirî
Bi çarçoweya qirkirina siyasî li Bûrsayê 5 kes hatin girtin, li Stewrê 10 kes hatin destgîrkirin. -
Hindistanê peykek bi fuzeyê xist
Hindistanê, di dema tetbîqetê de peykeke ku nizm digeriya bi fuzeyê xiste xwarê. -
Kesayetên navdar ên dinyayê: Bila tecrîd tavilê bi dawî bibe
Ramangerê navdar ê Slovan Slavoj Žižek jî di nav de gelek kesayetên navdar xwestin tecrîd bi dawî bibe. Žižek got, "Ez piştgiriyê didim daxwaza Leyla Guven û bi hezaran mirovên li çar aliyên dinyayê ku dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe." -
‘Heta niha li Pozantiyê xizmet nehatiye kirin’
Namzedê hevşaredariya Pozantiyê yê HDP’ê Emrah Kaplan, diyar kir ku heta niha li Pozantiyê ti xizmet nehatiye kirin û got, “Heke gelê me şens bide me em ê bikin.” -
Endamê Parlamenta Ewropayê serdana berxwedêran kir
Endamê Parlamenta Ewropayê Arne Gericke serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê kirin. Gericke ku ji Bundnis C ye, xwest ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn. -
Ji neçarî hatibû, niha namzetê hevşaredariyê ye
Reşat Aşan, di salên 90'î de dema ku neçar hate hiştin ji gundê xwe derkeve hîn 13 salî bû. Aşan niha namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Akdenîzê ye. -
Polîsê Munchenê lêpirsîn li wêneyê Mazlûm Dogan vekir
Polîsên bajarê Munchenê yê Elmanyayê ku nikare xwe li sembolên Kurdan rabigirin, vê carê jî pankarta ji wêneyê Mazlûm Dogan ji xwe re kirin bahane û dest bi lêpirsînê kirin. -
Desthilatdarî li dijî hebûn û nirxên mirovan şer dike
Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Bagcilar a Stenbolê Huda Kaya diyar kir, desthilatdarî li dijî mirovan; li dijî hebûn, jiyan û nirxên mirovan şer dike. -
'Her dengekî ji bo AKP'ê dibe fîşek û li Kurdan dikeve'
Xwişka Şehîd Devrîm Sîpan Edîbe Doner got, her dengekî ji AKP'ê re bê dayin wê bibe fîşekek û li Kurdan bikeve. Doner diyar kir, divê Kurd bi vê yekê zanibin û li gorî vê tevbigerin. -
Greva birçîbûnê ya girseyî du roj li pey xwe hişt
Greva birçîbûnê ya 326 Kurdistanî û dostên wan a li bajarê Strasbourg ê Fransayê du roj li pey xwe hişt. -
ROJEVA 27'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Adara 2019'an. -
Muzîk kirin hincet û HDP’yî destgîrkirin
Li navçeya Kop a Mûşê muzîka li otobusa hilbijartina ya HDP’ê dihate gotin kiri hincet û 5 kes hatin destgîrkirin. -
Serlêdana 801'ê jî hate redkirin
Serlêdana 801'ê ya parêzerên Ocalan a ku ji bo miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn hate redkirin. -
TOHAV’ê banga lezgîn li CPT û NY kir
TOHAV’ê ji bo grevên birçîbûnê û tecrîdê banga lezgîn li CPT û NY kir û got “Werin Tirkiyeyê.” -
Heyeta Şopandina Grevan: Rewş giran e, divê tecrîd bi dawî bibe
Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê bi girtiyên di greva birçîbûnê de ne hevdîtin kir û raporek amade kir. Heyetê xwest, tavilê dawî li tecrîdê bê anîn. -
HDP,HDK, KCD û DBP: Bêdeng nemînin!
HDP,HDK, KCD û DBP’ê li Amedê peyameke hevpar dan û gotin ku “Di Newrozan de gel diyar kir ku wê stûyê xwe xwar neke. Divê tecrîd were rakirin. Ji bo ku em pêşiya encamên neyînî bigirin divê em dengê xwe bilind bikin.” -
Mêrsînî li dijî AKP'ê diçine ser sendoqan
Wiha xuya dike ku Mêrsînî 31'ê Adare di hilbijartina xwecih de vê carê wê dengê xwe bidin navên nû. -
Li Stenbolê gelek kes hatin destgîrkirin
Li Stenbolê bi çarçoweya operasyonên siyasî Hevserokê Navçeya Sultangazî yê HDP'ê Zekî Adar jî di nav de geek kes hatin destgîkirin. -
Dr. Gulşen: Rewşa tenduristiyê ya çalakgeran krîtîk e
Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir, rewşa tenduristiyê ya çalakgerên li Strasbourgê giran bûye û divê daxwazên wan tavilê bên qebûlkirin. -
YCÊ û YJCÊ: Bi serhildanê û berxwedanê em dagirkeriyê hilweşînin
YCÊ û YJCÊ bang li Ciwanên Êzidxanê û hemû ciwanan kir ku her qad û kolanê, bi çarçoveya pêngava Serî Hilde, bikin cihê berxwedanê. YCÊ û YJCÊ diyar kir, bi têkoşina ciwanan wê ‘'tecrîd bê şikandin, faşizm bê hilweşandin û Kurdistanê bê azad kirin’. -
Li Wanê ji ber daxuyaniya li ser Zulkuf Gezen lêpirsîn hate vekirin
Ji ber daxuyaniya li ser Zulkuf Gezen ê ku çalakiyeke fedaî kiribû, lêpirsîn hate vekirin.