Polîsan êrîşî standa HDP'ê ya li Kadikoyê kirin

Polîsên Tirk êrîşî standa HDP'ê ya li Kadikoyê kirin û 5 kes destgîr kirin.

Polîsên Tirk êrîş birin ser standa HDP'ê ya ji bo karê hilbijartinê li Kadikoyê vekiribû. Polîs hatin ber standa ku li meydana Îskeleyê hate danîn û xwestin ku stand bê rakirin.

Polîsan bêyî sedemekê nîşan bidin xwestin stand bê rakirin, ji ber vê yekê jî HDP'iyan nerazîbûn nîşan dan. Polîsên Tirk êrîşî standê kirin, belavokên li standê kom kirin û 5 endamên HDP'ê destgîr kirin.

HDP'iyên hatin destgîrkirin birin Emniyeta Kadikoyê.

OPERASYONÊN QIRKRINA SIYASÎ

Pêncşemê li gelemperiya Stenbolê di sergirtina malan de gelek kes hatin destgîrkirin. Navê çend ji kesên hatin destgîrkirin: Bariş Balikçi, Mûrat Aksak, Bariş Arslan, Dersim Cesûr, Sîdar Cesûr û Omer Kahraman.