Di trejiya ferîbotê ya Mûsilê de 100 mirî

Li Mûsilê ferîboteke li ser çemê Dîclê ku pir hatibû tijekirin noq bû û nêzî 100 kesî mirin.

Drama li Mûsilê dema pîrozbahiyên Newrozê pêk hat.

Kesên ku jiyana xwe ji dest dan, dixwestin ku çêm derbas bikin û biçin qada pîknîkê ya ku cejna Newrozê bi gerdîşî lê dihate pîrozkirin. Lê ji ber sedema ku ferîbot pir tije bû û ava çêm rabûbû, ferîbot noq bû.

Li gorî Wezareta Navxwe di encama noqbûna ferîbotê de 94 kes mirin. Serokwezîr jî daxuyaniyek da û got di nav kesên mirî de 61 jê jin in. Rayedaran her wiha ragihandin ku 19 zarok û 55 rêwî hatine xilaskirin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdil Mehdî 3 roj şîn ragihand, çû cihê bûyerê û morgê. Neteweyên Yekbûyî jî got, ''trajediyeke pir giran e''.