Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' giliyê wekîlên HDP'î hate kirin

Parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay, Feleknas Ûca û Gulîstan Kiliç Koçyîgît, ji ber ku di Newroza Îzmîrê de gotin "Birêz Ocalan" giliyê wan hate kirin.

Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, li meydana Gundogdûyê doh bi beşdariya bi dehan hezar kesî bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin" mîtînga Newrozê li dar xistibû. Parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay, Feleknas Ûca û Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji ber axaftina xwe ya li qada mîtîngê giliyê wan hate kirin.

Midûriyeta Şaxê Ewlekarî û Îstîxbaratê ya Şaxê TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Îzmîrê, ji ber ku Kemalbay, Koçyîgît û Ûca gotina "Birêz Ocalan" bi kar anîn giliyê wan kir.