Li Îzmîrê malên Kurdan û Elewiyan hatin îşaretkirin

Li taxa Yamanlar a navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê deriyê 6 malên Kurd û Elewî yên lê dijîn, hatin îşaretikrin.

Dîwar û deriyê 6 malên Kurd û Elewî yên li Taxa Yamanlar a li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê saetên sibehê hatin îşaretkirin. Li ser nerazîbûnên taxê li polîsan hatin gerandin.

Parlementerê HDP’ê Mûrat Çepnî taxa ku bûyer lê rûdayî serdana gel kir. Rêveberê HDP’ê yê navçeyê Huseyîn Akgul anî ziman ku li taxê Gurgumî û Elewî lê dijîn û got: “Ev tê wateya hedefkirinê. Berî 10 rojan komeke AKP’yî hatibûn taxê broşor belavkirin û daxwaza dengan kiribûn. Ji bo wan hatibû gotin ku; ‘Ew deng nadin AKP’ê’. Li wir nerazîbûn hatibûn raberkirin û piştre ev bûyer pêk hat.”

Parlementerê HDP’ê Mûrat Çepnîs jî diyar kir ku divê berpirs bên dîtin û got: “Divê bi lezgîn tişta pêwîst bê kirin. Eger ev di demê de lê neyê pirsîn tê wê wateyê ew jî parçeyek ji vê provakasyonê.”