ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan. -
Girtiyên PKK û PAJK'ê: Berxwedan ketiye qonexeke nû
Girtiyên PKK û PAJK'ê: Ligel ku Rêbertiya me çalakiyên fedayî watedar dibîne, helwesta wî ya rêgezî tê zanîn. Divê hevrêyên di zindanê de hemû li gorî vê pîvana rêgezî tevbigerin. -
Endamên Partiya Şoreşger hatin girtin
Ji endamên Partiya Şoreşger ên destgîrkirî 2 kes hatin girtin. -
HBDH: Em ê hesabê hevrê Baran bipirsin
HBDH'ê li ser Bayram Namaz (Baran Serhat) ku li Rojava şehîd bû daxuyaniyek da û diyar kir, "Hevrê Baran wê di têkoşîna hevpar a karker û kedkarên Tirkiye û Kurdistanê de bijî. Em ê hesabê vê komkujiyê ji dewleta TC û hevkarên wê bipirsin." -
'Di 31'ê Adarê de wê bersiva pêwîst ji AKP'ê re bê dayin'
Berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger ên li Strasbourgê, doh êvarê tevlî panelekê bûn. -
Akdenîz wê bi rengê xwe bixemile
Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Navçeya Akdenîzê Emîne Şîlan Yuksekkaya got, "Em ê rengê jinê, çand û hunerê bidin Şaredariya Akdenîzê. Ez bi gelê xwe, gelê me jî bi me piştrast e. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin." -
ROJEVA 26'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Adara 2019'an. -
Li Viyanayê greva birçîbûnê ya 5 rojan dest pê kir
Kurdistaniyên li Viyanayê ji bo balê bikişînin ser berxwedana greva birçîbûnê dest bi çalakiyê kirin. -
Li Cizîr û Mêrsînê 13 kes hatin girtin
Li Cizîrê di serdegirtina malan de ku hevşaredarê berê yê navçeyê Aydin Bûdak jî di nav de 6 kes hatin girtin. Li Mêrsînê jî 7 kes hatin girtin. -
‘Me soz daye Zehra Saglam û şehîdan; Em ê tecrîdê bişkînin’
Birayê Zehra Saglam ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kiribû, Metîn Saglam di greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê de axivî û got; “Berxwedana gelê Kurd bi hêviyê mezin dibe”. Berxwedêr Koç jî got; “Me soz daye şehîdan ku em ê tecrîdê bişkînin.” -
4 roj demê destgîrkirina 12 HDP’yiyan hate dirêjkirin
Li Edeneyê Hevseroka HDP’ê ya Edene Gulseren Tûral jî dinav de 12 HDP’yî bi îdîaya ‘Dadgeh avakirine’ hatibûn destgîrkirin. Dozgeriyê bi daxwaza emniyetê demê destgîrkirina HDP’yiyan 4 rojan dirêj kir -
Temellî: Desthilatdarî siyaset û aştî jî qedand
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mîtînga li navçeya Seyhan a Edeneyê de axivî û got; “Desthilatdariyê siyaset û aştî qedand. Dema dawî lê anîna wan e.” -
Girtiyên siyasî yên li Şakranê ji bo 4’ê Nîsanê peyam şandin
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê derbarê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke pîrozbahiyê weşandin. -
Jendirmeyan dora gundê Çinar girt
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiya siyasî Medya Çinar çalakiyeke fedaî pêk anîbû. Heyeta ku ji bo veşartina cenaze çû gundê Çîmenlî yê Qoserê ji aliyê hêzên rejîmê ji gund hatin derxistin. -
Li ber Parlamenta Ewropayê greva birçîbûnê dest pê kir-NÛ BÛ
Li ber avahiya Parlamenta Ewrpayê, li dijî tecrîdê greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê dest pê kirin. -
Parlamenterê Elman Dolzer kete greva birçîbûnê
Parlamenterê Eyaleta Hamburgê yê ji Partiya Çep Martin Dolzer, ji bo piştgiriyê bide grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. -
Parlementerê berê yê HDP’ê Kurkçu bi Serokwezîrê Swêdê re civiya
Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu bi Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven re civiya. -
NAV-DEM'ê ji bo merasîma cenazeyê Şakar bang kir
Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar ku wê roja Sêşemê pêk were banga tevlîbûnê kir. -
Aborî hildiweşe bêkarî zêde dibe!
Li milekî aboriya Tirkiyê her diçe hildiweşe, li aliyê din bê karî zde dibe. Li gorî îstatîstîkên dewletê rêjeya bêkariyê derkete 11 ji sedî. Bêkariya herî zêde jî li bajarên Kurdistanê heye. -
DAÎŞ'ê êrîşî qadeke petrolê ya li nêzî Kerkûkê kir
Çeteyên DAÎŞ'ê şeva Yekşemê êrîşî qada petrolê ya li herêma Elasê kirin ku nêzî Kerkûkê ye. -
DKP/Bîrlîkê nûnerê MLKP’ê Namaz bi bîr anî
DKP/Bîrlîk nûnerê MLKP’ê Bayram Namaz (Baran Serhat) bi bîr anî yê ku bi sûîkasta dewleta Tirk û çeteyê wan hatibû qetilkirin. -
Bayram Namaz ê MLKP'yî li Den Haagê hat bibîranîn
Endamê Komîteya Navendî Bayram Namaz ê li Serêkaniyê şehîd bûyî, li Den Haagê hate bibiranîn. -
Bîrdal: Tecrîdê civak dorpêç kiriye
Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê Akin Bîrdal diyar kir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Ocalan re civak hatiye dorpêçkirin û got: “Bi tecrîdê civak tê cezakirin. Mîlyonan kes rêzdar Ocalan weke rêberê xwe dibîne û ji bo vê yekê tecrîd nayê qebûlkirin.” -
Newroz li London û Bellisonayê hate pîrozkirin
Li paytexta Brîtanya Londonê û li bajarê Bellisona yê Swîsreyê Newroz bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. -
FED-MED: Em bi girseyî tevlî merasîma cenazeyê Şakar bibin
FED-MED'ê ji bo merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar ê li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir, banga tevlîbûneke girseyî kir.