Li 3 bajaran 7 kes hatin girtin

Li Sakarya, Bûrsa û Kocaeliyê 7 kesên hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.

Piştî îfadeyên 12 kesên di serdegirtinên malan ên 18’ê Adarê ya li Kocaeliyê li emniyetê hatin girtin û şûnde sewqî dadgeriyê hatin kirin. Ji 12 kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin 4 jê hatin girtin.

Navên kesên hatine girtin wiha n: Hevserokê Derice yê HDP’ê Çetîn Macak, Rêveberê HDP’ê yê navçeya Derince Bûrhat Yogûrt, endamên HDP’ê Ahmet Akboga û Saîd Demîrkaya.

SARIKAYA

Li Sarikayayê jî Cafer Aydin, Hulya Arabaci, Seyfettîn Çetîn û kesekî ku navê wî nehate zanîn ên di 20’ê Adarê de hatibûn destgîrkirin piştî îfadeyên wan ên li emniyetê û şûnde sewqî dozgeriyê hatin kirin. Cafer Aydin, Hulya Arabaci û kesê navê wî nehate zanîn ên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Seyfetîn Çetîn hate girtin û şandin Girtîgeha Ferîzlî yê.

BÛRSA

Li Bûrsayê ji kesên rojên borî hatibûn destgîrkirin 12 jê sewqî edliyeyê hate kirin û demê destgîrkirina 16 kesan jî dirêj kirin. Ji 12 kesan hunermendê herêmî Îzzet Gul û Denge Îzo hate girtin. Mazlûm Canli, Sûat Akbal, Tûgay Ketmen, Yûnûs Yavûz, Mensûre Dumlayıci, Yunus Akyol, Dogan Teber, Cemal Bozkûrt, Umît Karakaya û Îzzet Işik hatin berdan.

MÊRSÎN

Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk Mûrat Aydin ê li Mêrsînê 19’ê Adarê di dema xebatên hilbijartinê de hatibû destgîrkirin, piştî karûbarên wî yên li Midûryeta Emniyetê ya Mêrsînê û şûnde sewqî edliyeyê hate kirin. Aydin ê îfadeya wî hate girtin, bi şertê kontrola edlî sewq Dadgeriya Cezayê Sulhê hate kirin. Aydin ê îfadeya wî hate girtin hate berdan.