KCDK-E'yê ji bo Ûgûr Şakar bang kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo Ûgûr Şakar bang kir.

Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Ûgûr Şakar ê ku 20'ê Sibata 2019'an li bajarê Krefeld ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' bi sekneke fedayî bedena xwe da ber agir, îro şehîd ket."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, cenazeyê Şakar wê îro ji nexweşxaneyê bê wergirtin û hate gotin, "Xwedîderketina li vî hevrêyê me wezîfeya me ya esasî ye."

KCDK-E'yê diyar kir, pêngav êdî bûye rastiyeke berxwedanê ya civakî û li çar aliyên dinyayê belav bûye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, bi sekna berxwedêrên greva birçîbûnê wê jiyana azad a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re teqez bê afirandin û hate gotin, "Piştî şehadeta Zulkuf Gezer, hevrêyê me Ûgûr Şakar jî şehîd bûye. Van şehadetan nîşan daye ku êdî pêngav wê bi ser bikeve. Ji bilî serketinê rêyeke din nîne.

Li pêşberî hevrêyên me yên şehîd bûne yekane tişta em bikin ew e ku bi xurtî xwedî li wan derkevin û bi berxwedanê bersivê bidin mîrateya wan.

Nameya ku hevrêyê me Ûgûr Şakar nivîsî di heman demê de manîfestoya me ya berxwedanê ye.

Divê em hevrêyê xwe bi rengê herî heybet hildin ser milan û bi merasîmeke bi heybet oxir bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê hate kirin ku tevlî merasîma cenaze bibin.