NAV-DEM: Ji bo Şakar em li nexweşxaneyê li hev bicivin

NAV-DEM'ê Ûgûr Şakar ê li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agirî û jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û bang li gelê Kurd kir ku rabe ser piyan.

NAV-DEM'ê li ser Ûgûr Şakar ê li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, çalakiya Şakar a li dijî faşîzmê ji bangê wêdetir talîmat e û bang li gelê Kurdistanê û dostan kir ku çalakiya wî baş fêhm bikin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, nameya ku Şakar li pey xwe hişt nerazîbûna li xemsariya CPT û saziyên Ewropayê ye û bang li gelê Kurd hate kirin ku li nexweşxaneya Duisburgê ya ku Şakar lê jiyana xwe ji dest da li hev bicivin û xwedî lê derkevin.

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Şakar û gelê Kurd re hate xwestin.