Li Hamburgê panela li ser Rojava
Li Hamburgê li ser şoreşa Rojava panelek hate lidarxistin û hate gotin, xewn û xeyalên şoreşgerên dinyayê li Rojava pêk hatine.
Li Hamburgê li ser şoreşa Rojava panelek hate lidarxistin û hate gotin, xewn û xeyalên şoreşgerên dinyayê li Rojava pêk hatine.
Bi navê "Li Rojava şer an jî aştî" li Hamburgê panelek hate lidarxistin. Panel li Şaredariya Altonayê pêk hat û ji aliyê Komîteya Dostaniyê ya Kurd-Elman û Civaka Azad a Hamburgê ve hate lidarxistin.
KAPLAN: AKP BI HIQÛQA DIJMINATIYÊ NÊZÎ KURDAN DIBE
Qisekerên panelê Parlamenterê berê yê HDP'ê Hasîp Kaplan, Parlamentera Partiya Çep Cansû Ozdemîr û Prof. Peter Ott bûn. Di panelê de ku ji aliyê Robert Jarowoy ve hate birêvebirin, Kaplan axivî û got, "Hikumeta AKP'ê bi hiqûqa dijminatiyê nêzî Kurdan dibe. Li pişt tecrîdê ev heye. Eger mafên ku bi qanûnan hatine destnîşankirin ji bo Birêz Ocalan jî bihatina bikaranîn îro kes nediket greva birçîbûnê, kesî jiyana xwe ji dest nedida." Kaplan diyar kir, AKP berpirsyarê mirina mirovan e.
OZDEMÎR: DIVÊ HIKUMETA ELMAN BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ
Ozdemîr jî anî ziman, ji Hamburgê 76 kes tevlî DAÎŞ'ê bûne, wan kesan sûcê şer kirine û divê li welatê xwe bên darizandin, lê dewlet xwe nade ber vê yekê. Ozdemîr ji hikumeta Elman xwest ku di vê mijarê de bikeve nava liv û tevgerê.
OTT: XEYALA ŞOREŞGERAN LI ROJAVA PÊK HAT
Prof. Ott jî qala serdana xwe ya li Rojava û şoreşa bi heybet kir. Ott got, "Xewn û xeyala gelek şoreşgerên dinyayê li Rojava ji aliyê Kurdan ve bi cih tên anîn."
Di panelê de dokûmantera Şoreşa Rojava ya ji aliyê qenala televîzyonê ya ARTE ve hatiye kişandin, hate nîşandan.