Polîsan li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê asteng kir
Malbatên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de xwestin di roja 9’emîn de li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê li dar bixin carek din polîsan ew asteng kirin.
Malbatên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de xwestin di roja 9’emîn de li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê li dar bixin carek din polîsan ew asteng kirin.
Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne xwestin di roja 9’emîn de li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê li dar bixin. Malbatên li hev kom bûn û xwestin dest bi çalakiya nobetê bikin lê polîsan ew asteng kir.
Polîsan bi darê zorê malbatan ji ber girtîgehê dûr kir. Malbatan demek li cihek nêzî girtîgehê bendamyîna xwe domandin. Malbatan ragihand ew ê sibê jî çalakiya xwe li ber girtîgehê bidomînin.