Reshîd: Tirkiye polîtîkayên DAÎŞ’ê li ser Efrînê pêk tîne

Li ser navê Yekîtiya Jinên Rojava Moûshîra Mala Reshîd diyar kir ku Tirkiye li Efrînê polîtîkayên Tirkkirinê û qirkirinê dike. Reshîd got ku “Heta AKP û Erdogan hebe wê DAÎŞ bidome.”

Li ser navê Yekîtiya Jinên Rojava Moûshîra Mala Reshîd ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku piştî Tirkiyeyê Efrîn dagir kir, çeteyan û dewleta Tirk qetlîam pêk anîn. Reshîd bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk a dagirker hevdîtinên telefonê jî di nav de li navçeyê her tişt xistiye bin kontrola xwe.

Reshîd diyar kir ku çeteyan dest danîne ser bax û baxçeyên gel û got ku “Di navbera Tirkiye û Efrînê de de peymaneke qirêj hate kirin. Ji bo guherandina demografiya Efrînê her tişt kirin û vê polîtîkayê hê jî didomînin.”

‘HEMÛ DÎROK Û BERHEMÊN ÇANDÎ WÊRAN KIRIN’

Reshîd diyar kir ku Rûsyayê endamên OSO’yê yên ku ji Gûtayê derxistibû, xwest li Efrînê bi cih bike û got ku “Ji ber peymana qirêj a di navbera Tirkiye û Rûsyayê ev tişt hate kirin. Dewleta Tirk tevî çeteyên OSO’yê dest danî ser hemû çand, bazirganî û hemû nirxên Efrînê. Ji bo ku Kurd ji axa xwe derkevin, her tiştî dikin. Êrîşî qeleya di nava Efrînê de jî kirin. Hemû berhemên dîrokî wêran kirin. Navê dagirkeriyê kirin azadî. Li tu dera cîhanê nabe ku bi dagirkirinê re gel werin azadkirin. Çete jin û zarokan direvînin û fîdyeyê dixwazin. Zarokên keç bi darê zorê didin zewicandin. Hemû telefon û ragihandin di bin kontrola çeteyan de ye. Ji ber ku xetên şîrketên dewleta Tirk tên bikaranîn, li hemû telefonan guhdarî dikin. Li wê derê garantiya jiyana tu kesî tune. Erebên li wê derê bi xwe jî dibêjin bila YPG, YPJ û QSD werin û me azad bikin. Piştî ku Efrîn were rizgarkirin wê her tişt derkeve holê. Niha agahiyên zelal tune. Gorên şehîdên me bi xwe jî hildiweşînin.

‘POLÎTÎKAYA TIRKKIRINÊ Û ASÎMÎLASYONÊ DIKIN’

“Li dibistanan Tirkî hînî zarokan dikin. Kurdî qedexe ye. Îslama siyasî bi metodên DAÎŞ’ê li wê derê dimeşînin. Dixwazin zarokan bikin cîhadîst û endamên DAÎŞ’ê. Dixwazin mirovayetiyê li wê derê winda bikin. Tişta ku li Şengalê hatiye kirin, deh katê wê li Efrînê dikin. Erê, DAÎŞ têk çû lê heta ku AKP û Erdogan hebe, wê DAÎŞ jî hebe. Dema ku Erdogan û AKP têk çûn, wê DAÎŞ jî biqede.”

Reshîd diyar kir ku wê jinên Kurd û gelê Efrînê dagirkirina Efrînê tu carî qebûl nekin û ew ê leşkerên Tirk û çeteyên OSO’yê ji Efrînê derxînin.