Endamên Parlementoya Ewropayê çûn serdana çalakgerên grevê-NÛ BÛ

Du endamên Parlementoya Ewropayê li Strasboûrgê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 çalakgeran di 17’ê Kanûna 2018’an dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribîn. Çalakî di roja 122’an de didome.

Vê Çarşemê parlementerê Swêdê yê Koma Keskan a Parlementoya Ewropayê Bodîl Valero û parlementerê Elmanyayê yê Koma Çepgirên Yekgirtî û Koma Keskan a Bakur Martîn Schîrdewan çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê ku ew jî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, parlementer pêşwazî kir û derbarê daxwazên xwe axivî.

Koç ji ber rewşa neyînî ya tendirustiya xwe zêde nema û diyar kir ku hemû çalakgeran vê rewşa tendirustiyê dane ber çavên xwe û wisa dest bi çalakiyê kirine.

Koç bal kişand ser vî tiştî ku, heta tecrîd were şikandin wê çalakiya xwe bidomînin. Koç diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî demokrasî û azadiyan e jî.

Koç diyar kir ku bêdengiya saziyên Ewropayê nayê qebûlkirin û got ku “Tirkiye ji aliyekî ve mafên mirovan xesp dike û ji aliyê din jî bi Ewropayê re muzakereyan didomîne. Tirkiye li ber çavên Ewropayê êrîşî gelê Kurd dike û têkiliya gel a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îzole dike. Divê CPT roj berî rojekê zextan li Tirkiyeyê bike û vê kêşeyê çareser bike.”

SCHÎRDEWAN: DIVÊ TIRKIYE RÊZ JI BO MAFÊN MIROVAN BIGRE

Martîn Schîrdewan wiha got; “Serdana çalakgerên greva birçîbûnê em bi hest e û hem jî cesaretê dide. Tirkiye weke endamekî yê Konseya Ewropayê divê li gorî hiqûqa navnetewî û mafên mirovan tevbigere.”

Schîrdewan diyar kir ku di çarçoveya daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê de divê destûr bê dayîn ku parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û wiha domand;

“Parlamentoya Ewropayê tavsiyeya sekinanadina muzakereyên endamtiya YE bi Tirkiyeyê re kir. Divê Ewropa û hikûmeta Elman ji bo ku Tirkiye rêz ji mafên mirovan re bigire û bikevin nava tevgerê.”