Swîsre: Em grevên birçîbûnê ji nêz ve dişopînin!

Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ragihand, ew grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, 'ji nêz ve dişopînin'.

Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê bersiv da nameyek li ser grevên birçîbûnê.

Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Ramazan Baytar beriya niha bi demeke kurt nameyek ji Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê re nivîsandibû û bal kişandibû ser daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê.

Bi navê Wezareta Karên Derve Sefîra Ewlehiya Mirovan Heidi Grau bersiv da nameyê û beriya her tiştî spas kir, ji ber ku li ser çalakiya Mehmet Alî Koçak ê ku 57 roj in li Cenevreyê di greva birçîbûnê de ye agahî hate dayin.

Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ragihand, ew mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û herêmê bi baldarî dişopînin û diyar kir, "Swîsreyê li ser mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, 27'ê Sibata 2019'an hem li Konseya Ewropayê hem jî heman demê li Rêxistina Ewlekariyê ya Ewropayê nêrînên xwe bi rengekî vekirî eşkere kir."

Grau anî ziman, wan agahiyên li ser grevên birçîbûnê yên li Ewropayê û Cenevreyê li gel xwe nivîsîne û got, "Sefîrê me yê bilind ê li Enqereyê, bi rêya têkiliyên bi saziyên civakî yên sivîl, mijarê ji nêz ve dişopîne."

Baytar xwestibû heyetek ji Wezareta Karên Derve serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Cenevre û Strasbourgê bike, lê Grau diyar kir ku ew bi rêya sefaretxaneya bilind agahiyan digirin, lewma pêwîstî bi hevdîtineke wiha nîne.