ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîr: Tecrîd bandorê li tevahiya civaka Tirkiyeyê dike
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr got, tecrîd bandorê li tevahiya civaka Tirkiyeyê dike û diyar kir, bêdengiya li zilma li dayikan hatiye kirin nayê qebûlkirin. -
Encamnameya civîna Konseya Rêveber a KNK'ê
KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên civîna asayî ya Konseya Rêveber eşkere kir. -
Lêpirsîna Hantaş spartin ser jandarma
Di lêpirsîna Recep Hantaş de ku ji hêla polîsan ve hate kuştin, peywira berhevkirina agahî û belgeyan ji Emniyetê spartin ser Jandarma. -
Polîsan êrîş bire ser gelê ku îstîsmara zarokan protesto kirin
Polîsên Tirk bi gaza îsotê û TOMA'yan li Kuçukçekmeceyê êrîş bire ser şêniyên taxê ku îstîsmarkirina zarokan protesto dikirin. -
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê didomin
Ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. -
Wekîlê Swîsreyî kiryarên li Efrînê ji Konseyê pirsî
Wekîlê Swîsreyî Bernhard Guhl bal kişand ser paqijiya etnîkî ya li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve tê kirin û ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest ku li dijî vê yekê bikeve nava liv û tevgerê. -
Di pirtûka fakulteya Îlahiyatê de heqaret li Kurdan tê kirin
Di pirtûkekê de ku ji bo xwendekarên Fakulteya Îlahiyatê tê pêşniyarkirin ku gelekî bixwînin, wiha tê gotin, "Nebaşiya bi her awayî bi Kurdan re ye. Kurd ji bilî koletiyê, ji bilî karên giran û bêqîmet bi kêrî tiştekî din nayê." -
Parêzerên Belçîkayî: Daxwaz rewa ne, helwesta CPT nayê fêhmkirin
Parêzerên Ewropî piştgirî dan berxwedêrên li Strasbourgê û ji bo CPT gotin, "daxwazên kesên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, rewa ne." Parêzeran diyar kirin, helwesta CPT ne ya fêhmkirinê ye. -
ROJEVA 25'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Nîsana 2019'an. -
Yilmaz ê rakirin nexweşxaneyê tedawî qebûl nekir
Nîzamettîn Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di grevê de ye, li ser giranbûna rewşa wî rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdîn. Yilmaz ê tedawî red kir, vegerandin girtîgehê. -
Akin ê 108 roj in di grevê de ye rakirin nexweşxaneyê
Sedat Akin ê li mala xwe greva birçîbûnê didomîne rakirin nexweşxaneyê. Akin ê tedawî red kir, vegeriya mala xwe. -
Li Esenyûrtê 5 kes hatin destgîrkirin
Li Esenyûrtê polîsan êrîş bire ser çalakiya welatiyên ku xizmên wan di grevê de ne. 5 kes hatin destgîrkirin. -
Malbatên çalakvanên grevan li pêşiya walîtiya Kocaeliyê daxuyanî dan
Malbatên ku zarokên wan ji bo şikandinta tecrîdê di grevê de ne, li pêşiya Walîtiya Kocaeliyê kom bûn, daxuyaniyek dan. -
Li Çewligê Guleyan ê HDP’yî hate girtin
Li Çewligê Haydar Guleyan ê HDP’yî bi hinceta ku 10 meh cezayê wî yê girtîgehê heye, hate girtin. -
Qedexeya li Çewlikê hate dirêjkirin
Qedexeya ku li 23 herêmên Çewlikê hatibû ragihandin ji bo 15 rojan hate dirêjkirin. -
YSK’ê îtîrazên HDP’ê yên ji bo Şirnexê red kir
HDP’ê navenda Şirnexê, Qileban û Elk jî tê de ji bo 10 cihan îtîrazî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kiribû. Îtîrazên awarte yên HDP’ê ji aliyê YSK’ê de hatin redkirin. -
Polîsan bîranîna Qirkirina Ermenan a li Stenbolê asteng kirin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwest, bi wesîleya salvegera 104'an a Qirkirina Ermenan li Stenbolê çalakiyeke bîranînê li dar bixe, lê belê polîsan destûr nedan. -
CDK-F’ê ji bo grevên birçîbûnê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin
Ji bo grevên birçîbûnê ji aliyê CDK-F’ê ve kampanyaya îmzeyan a berfireh hate tespîtkirin. -
MKP: Li ser xeta Kaypakkaya em ê bersivê bidin faşîzmê
MKP'ê li ser salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da, mirovên di Qirkirina Ermenan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir, wê li ser xeta Îbrahîm Kaypakkaya bersivê bidin faşîzmê. -
HDP’ê Qirkirina Ermenan bi bîr anî
HDP’ê bi wesîleya salvegera qirkirina Ermenan a 104’emîn daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew êş û şînê gelê Ermen di dilê xwe de hîs dikin. -
Xwestin dîdarên girtiyan tazî bikin
Rêvebera HDP’ê Fatma Îpek ku çû serdana jinên girtî yên li Girtîgeha Bakirkoyê, da zanîn ku gardiyanên girtîgehê hewl didin dîdarên girtiyan ku diçin serdana xizmên xwe, tazî bikin. -
KNK: Bila qirkirina 1915'an were qebûlkirin
KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî qirkirina li ser Ermenan a 1915'an şermezar kir, bang li Komara Tirkiyeyê kir ku qirkirinê qebûl bikin û pêdiviyên wê bi cih bînin. -
Çalakiyên li Ewropayê yên li dijî tecrîdê didomin
Li Swêd, Elmanya, Hollanda û Awûstûryayê Kurdistanî daketin qadan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Malbatên şehîdan ên ketin greva birçîbûnê, bi biryar in
Xizmên şehîdan ên li Stockholmê tevlî greva birçîbûnê bûn, diyar kirin ku heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ew ê têokşîna xwe bidomînin. -
Girtiyê ku xwînê verdişe di hucreya yek kesî de tê hiştin
Ramazan Çeper, ji 16'ê Kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di greva birçîbûnê de ye. Ramazan Çeper li hucreya yek kesî bi cih kirine. Xwişka wî ku hefteya derbasbûyî serdana Çeper kir, diyar kir ku kekê wî êdî xwînê verdişe.