Rojeva YSK’ê hevşaredarên BHQ’yî ne

Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji ber îtîraza HDP’ê wê rewşa hevşaredarên KHK’ê nîqaş bikin. AKP jî diyar kir ku yên BHQ’yî ne,mafê wan ê hilbijartinê tune.

Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji ber îtîraza HDP’ê wê rewşa hevşaredarên KHK’ê nîqaş bikin. YSK wê rewşa 6 namzetan nîqaş bike yên ku di hilbijartina 31’ê Adarê de bi ser ketibûn lê ji ber ku BHQ’yî bûn mazbataya wan nehatibû dayîn.

HDP’ê diyar kiribû ku 6 hevşaredarên wan bi ser ketine lê ji ber ku BHQ’yî ne, mazbatayên wan nehatibû dayîn. HDP’ê xwestibû ku li van bajar û navçeyan bila hilbijartin dîsa were kirin.

Alîkarê Serokatiya Giştî ya AKP’ê Alî Îhsan Yavûz jî diyar kir ku kesên BHQ’yî ne, mafê wan ê hilbijartinê jî tune.