ÎHD: Girtiyên di greva birçîbûnê de, di sînorê mirinê de ne!
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê diyar kir girtiyên di greva birçîbûnê di sînorê mirinê de ne û demildest daxwaza bidawîkirina tecrîda Îmralî kirin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê diyar kir girtiyên di greva birçîbûnê di sînorê mirinê de ne û demildest daxwaza bidawîkirina tecrîda Îmralî kirin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bal kişand ser rewşa girtiyên li girtîgehên herêma Marmarayê di greva birçîbûnê de ne û binpêkirina mafên girtiyan li avahiya Taksimê bi civînekê bi raya giştî re parve kir.
Dayika Şemiyê Hanim Tosûn, Endama Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) Parêzer Şûle Recepoglû û parêzvanên mafên mirovan beşdarî civînê bûn. Pankarta “Bila qanûn pêk werin û daxwaza greva birçîbûnê bên bersivandin” li salona civînê hate daliqandin
Endama Komîsyonê Zeynep Ceren Boztoprak anî ziman ku li girtîgehên herêma Marmarayê bi giştî 715 girtiyên nexweş di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne û ji dema grevên birçîbûnê destpêkirinê şûn ve girtî tim tên derbkirin.
Endama Komîsyonê Zeynep Ceren Boztoprak diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê di sînorê mirinê de ne û demildest daxwaza bidawîkirina tecrîda Îmralî kir
Boztoprak da zanîn ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, li Girtîgeha Jinan Tîpa M a Gebzeyê, li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê, li Girtîgeha Jimarên 5’an û 9’an a Silîvriyê û li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Tekîrdagê li dijî girtiyan binpêkirina mafan pêk tê. Boztoprak ji bo bidawîkirina binpêkirina mafan bang li rayedaran kir.