Weerts a Hollandî: Mirov ji ber bêdengiya Ewropayê fedî dike
Aktîvîsta Hollandî Lida Weerts ku ji bo bidawîbûna tecrîdê tevlî greva birçîbûnê bû, diyar kir ku bêdengiya dinyayê ya li pêşberî grevên birçîbûnê cihê şermê ye.
Aktîvîsta Hollandî Lida Weerts ku ji bo bidawîbûna tecrîdê tevlî greva birçîbûnê bû, diyar kir ku bêdengiya dinyayê ya li pêşberî grevên birçîbûnê cihê şermê ye.
Aktîvîsta Hollandî Lida Weerts ji Norwêcê hat Stockholmê û tevlî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan bû.
Weerts diyar kir ku wê li Hewlêrê serdana Nasir Yagiz kiriye û soz daye wî ku wê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê ji raya giştî re ragihîne.
Weerts anî ziman, mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku mîna girtiyan hemûyan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne û diyar kir, tecrîdkirina wî li dijî mafên mirovan e.
Weerts anî ziman, Ocalan ji bo paşeroja Kurdan û gelên Rojhilata Navîn girîng e û got, bi bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan re pêvajoyeke nû ya aştiyê dikare dest pê bike.
'BÊDENGÎ CIHÊ ŞERMÊ YE'
Weerts bi bîr xist, Ewropa û Norwêc qala mafên mirovan û demokrasiyê dikin û got, "Ji ber ku serî li ber Erdogan ditewînin û li pêşberî greva birçîbûnê bêdeng in, li ber xwe dikevin."
Weerts anî ziman, ew rewşa li Tirkiye û Kurdistanê ji nêz ve dişopînin û got, ew matmayî dimîne ku her kes piştî hilbijartinê rewşa Stenbolê nîqaş dikin, lê belê li ser desteserkirina mafên li Kurdistanê kes naaxive.
'EZ GELEKÎ HURMETÊ NÎŞANÎ WE DIDIM'
Lida Weerts a Hollandî ji bo Nasir Yagiz, Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan peyameke wiha da:
"Ez gelekî hurmetê nîşanî we û têkoşîna we didim. Divê mirovên wiha bi biryar û têkoşer jiyana xwe ji dest nedin, divê bijîn. Ez soza ku min daye Nasir bi cih tînim. Çalakiya grevên birçîbûnê û daxwazên wan ji raya giştî re radigihînim."