Farîsogûllarî: Polîsan yekser fermana ‘lêxin’ da
Mûsa Farîsogûllarî ku di êrîşa polîsan a li Amedê de birîndar bûbû diyar kir ku bi konsepta nû re armanca wan tasfiyeyea Kurdan e.
Mûsa Farîsogûllarî ku di êrîşa polîsan a li Amedê de birîndar bûbû diyar kir ku bi konsepta nû re armanca wan tasfiyeyea Kurdan e.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun di êrîşa polîsan de birinda bû. Li nexweşxaneyê tespît kirin ku parsuyê wê şikestiye. Dîsa di bûyerê de Musa Farisogullari jî rastî êrîşê hat û ruyê wê şîn bû. Farisogullari bertek nîşanî êrîşan da û diyar kir ku kontrgerîlla ketiye meriyetê û armanc dikin ku Kurdan tasfiye bikin.
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê xwest li Parka Koşuyolu ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ku şaredarên bi BHQ’ê hatine îxrackirin erka wan betalkirin, şermezar bike. Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir.
Di mudaxeleyê de Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Mûsa Farîsogûllari birîndar bûn. Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA ya ava şid êrîş kir. Wekîl Remziye Tosun û Musa Farisogullari rakirin nkexweşxaneya taybet û detawî kirin. Li nexweşxaneyê tespît kirin ku parsuyê wê şikestiye. Dîsa di bûyerê de Mûsa Farisogullari jî rastî êrîşê hat û ruyê wê şîn bû. Farîsogûllari, têkildarî êrîşê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û bertek nîşanî êrîşan da. Farîsogûllari, diyar kir ku kontrgerîlla ketiye meriyetê û armanc dikin ku Kurdan tasfiye bikin.