Ata: Divê rojeva her kesî tecrîd be
Endama TJA’yê Ayla Akat Ata, diyar kir ku tecrîd ne tenê Kurdan, her kesî eleqedar dike, lewre divê rojeva her kesî tecrîd be.
Endama TJA’yê Ayla Akat Ata, diyar kir ku tecrîd ne tenê Kurdan, her kesî eleqedar dike, lewre divê rojeva her kesî tecrîd be.
Berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven, girtîgehan destpê kirî ku nêzî 7 hezar girtî tê de ne, gihiştiye asta krîtîk.
Endama TJA’yê Ayla Akat Ata, di derbarê berxwedana greva birçîbûnê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku divê hukumet pêwîstiyên hiqûqa hundirîn pêk bîne.
'CARA YEKEM E EWQAS GIRTÎ DIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ'
Ata, diyar kir ku di dîrokê de cara yekem e ku bi hejmareke ewqas zêde greva birçîbûnê tê kirin û wiha pêde çû:
“Di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara yekem e li tevahiya girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi hejmareke ewqas zêde greva birçîbûnê tê kirin. Niha nêzî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne û ev berxwdan, çalakî li dijî tecrîdê û pergala girtîgehên Tirkiyeyê ye. Tecrîd, sûcekî mirovahiyê ye.”
‘DIBE KU HER KES BIBE MEXDÛRÊ VÊ PÊKANÎNÊ'
Ata diyar kir ku vê pêvajoyê bi fikar dişopînin û wiha domand, “Îro, hiqûq li girtîha Îmraliyê tê binpêkirin. Dema mijar dibe Îmrali, hiqûq nayê nasîn. Niha ev bêhiqûqî li Îmraliyê tê kirin dibe ku siba li her derê û li dijî her kesî pêk bînin û her kes bibe medûrê vê ferasetê. Lewma divê her kes li dijî tecrîdê rabe ser piyan û nerazîbûna raber bike.”
‘KURDAN PIŞTGIRIYA XWE DI SINDOQAN DE NÎŞAN DA’
Ata diyar kir ku Kurdan piştgiriya xwe ya grevên birçîbûnê di sindoqan de nîşan daye û wiha got, “Gel ev polîtîkayên hukumetê nepejirandin. Di hilbijartinê de, di sindoqan de ev nerazîbûna li dijî tecrîdê û piştgiriya xwe ya berxwedana greva birçîbûnê nîşan da.
Tecrîda ku îro tê kirin ne tenê li dijî Kurdan e, li dijî vîna hemû gelan e. Pêşeroja hemû gelan bandor dike. Lewre divê tecrîd rojeva hemû kesî de be. Heta ku tecrîd neyê şkandin li her derê têkoşîn bê bilindkirin.”