Zarîfî piştî Esad bi Erdogan re civiya
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf piştî serdana du rojan a li Sûriyeyê li Enqerê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re civiya.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf piştî serdana du rojan a li Sûriyeyê li Enqerê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re civiya.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf beriya hevdîtina bi Erdogan re bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re civîna çapemeniyê li dar xist.
Zarîf got, bi Beşar El Esad re hevdîtinek dirêj kiriye û têkildarî vê hevdîtinê wê bi Erdogan re baxive.
Zarîf beriya serdana Enqerê du rojan serdana Sûriyeyê kiribû, bi Esad û rayedarên din re civiyabû.
Rejîma Îranê di şerê Sûriyeyê de li gel Rûsya û Esad cih girt. Tirkiye hem piştgirî da komên çekdar ên çete û hem jî xwest rejîma Esad hilweşîne. Erdogan ê ku bê navber Esad weke ‘kujer’ sûcdar dikir meha Sibatê di daxuyaniyekî xwe de qebûl kiribû ku bbi rejîma Sûriyeyê re di nava peywendiyan de ye.
Rûsya û Îran ku tifaqên bingehîn ên rejîmê ne bi Tirkiyeyê re bi navê “çareseriyê” karên hevpar kiribûn. Ev hersê welat pêşengên pêvajoya Astanayê bûn.