Çalakgerên li Stockholmê: Bêdeng nemînin

Çalakgerên ku ji Norwêc û Danîmarkayê hatin paytexta Swêd Stockholmê û dest bi greva birçîbûnê kirin, nerazîbûn nîşanî hikumet û medya Ewropayê dan ku xwe ker, kor û lal dikin.

Çalakgeran li meydana Odenplanê ya li navenda Stockholmê kon vedane û di greva birçîbûnê de ne. Di çalakiyê de her wiha belavok tên belavkirin û qala armanca greva birçîbûnê tê kirin.

Aktîvîstê Norwêcî Viktor Joensen ku di greva birçîbûnê de ye, li meydana çalakiyê bi Îngilîzî axivî û diyar kir, bi pêşengiya Leyla Guven ji 7'ê Mijdara 2018'an ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê pêk tê.

PÊŞNIYARÊN OCALAN TEMÎNATA ÇARESERIYA AŞTIYANE YE

Joensen diyar kir, li gelek deverên dinyayê greva birçîbûnê tê kirin û destnîşan kir, daxwaza hevpar a çalakgerên greva birçîbûnê bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e ku ji sala 2011'an ve tecrîdeke giran lê tê ferzkirin.

Joensen got, "Rejîma Erdogan ji bo pêşî li çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bigire çi jê tê dike. Pêşniyara komara demokratîk û xweseriya demokratîk a Abdullah Ocalan temînata çareseriya aştiyane ye. Divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û hevdîtinên ji bo aştiyê ji nû ve dest pê bikin."

Joensen bang li hikumeta Swêdê, Konseya Ewropayê û CPT kir ku bes bêdeng bimînin û ji bo bidawîbûna tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.

DIVÊ KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN XWEDÎ LI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DERKEVIN

Yek ji çalakgeran Berdevka Meclîsa Jinan a Sêvê ya Danîmarkayê Zelîha Tîtrek jî ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê bang li Kurdên Anatoliya Navîn kir.

Tîtrek bi bîr xist ku ew jî Kurdek ji Anatoliya Navîn e û got, "Divê em xwedî li wan derkevin. Grevên birçîbûnê ji bo me bi rastî jî gelekî girîng e. Ji ber ku grevên birçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin, ji bo me diyarker e. Lewma divê em hîn behtir xwedî li grevên birçîbûnê derkevin."