Erdogan: Em pêvajoyê weke polîtîkaya dewletê dimeşînin
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew pêvajoya têkildarî çareseriya meseleya Kurd, weke polîtîkayeke dewletê dimeşînin û bi biryar in ku bigihînin serketinê.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew pêvajoya têkildarî çareseriya meseleya Kurd, weke polîtîkayeke dewletê dimeşînin û bi biryar in ku bigihînin serketinê.
Erdogan beriya ku ji bo tevlîbûna Lûtkeya NATO’yê biçe bajarê Lahey ê Hollandayê, bi rojnamevanan re axivî.
Erdogan têkildarî pêvajoya ku 27’ê Sibatê bi banga Rêber Apo destpê kirî axivî û got, “Weke polîtîkayeke dewletê em bi biryar in ku vê pêvajoyê bigihînin serketinê.”