Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasîsê Ocalan Mazlum Dinç ji bo hevdîtinê bikin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dîsa jî birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Emin Konar û Xwişka Veysi Aktaş Sabiha Aslan jî bi heman armancê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş ku di 15'ê Adara 2015'an de wekî Sekreterya çûn Îmraliyê û Hamîlî Yildirim jî di 15'ê Tîrmeha 2015'an de çû Îmraliyê cara ewil di 5'ê Hezîrana 2019'an de çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin.