Polîsan avêtin ser buroya ETHA’yê
Polîsan avêtin ser buroya Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) yê.
Polîsan avêtin ser buroya Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) yê.
Tîmên girêdayî Midûryeta Emniyetê ya Stenbolê avêtin ser Ajansa Nûçeyan a Etîn (ETHA) yê. Ajansê li ser hesabê xwe yê Twîtterê serdegitina polîsan ragihand.
Ev tişt di peyamê de hate gotin:
“Bi hinceta berhevkirina Rojnameya İstanbul Sokakta ya beşek ji Rojnameya Atilim a sosyal a heftane niha polîsan bi ser ETHA’yê de girtin. Dest danîne ser telefonên edîtor û nûçegihanên me. Em nikarin xwe bigihînin xebatkarên xwe. Li pêşiya ragihandin vê bêhiqûqiyê û nûçeyan dibin asteng. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.