ROJEVA 14'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Hezîrana 2019'an.

- Remziye Karadag a li Girtîgeha Girtî ya Jinan Tîpa T a Xarpêtê tê hiştin, ji ber ku tevlî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bû nayê dermankirin.

- Çalakgerên ku demeke dirêj li girtîgehan li ber xwe dan dibêjin, encama ku derketiye holê berhemeke hewldana kolektîf e.

- Li gorî lêkolîneke pisporên Zanîngeha Maryland a li DYE'yê, bi rêya cureyê kwarkeke ku genetîka xwe hatiye guhertin, pêşiyên ku nexweşiya tayê belav dikin dikarin ji holê bên rakirin.

- Parlamenter û Berdevkê Polîtîka Derve yê Partiya Lîberal Fredrik Malm hişyarî da û got, beriya hilbijartinên Stenbolê Erdogan ji bo karibe dengên neteweperest û şovenan werbigire dibe ku êrîşî Rojava bike.

- Pîrikên Plaza de Mayo ku bi dehan sal in ji bo zarokên xwe yên winda têdikoşin, piştî ku neviyê wan ê 130'emîn hate dîtin daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mafê nasnameyê ti carî nabe mijara danûstandinan, nayê terikandin û nayê jibîrkirin."