Moodysê nota Tirkiyeyê anî B1’ê
Saziya qedemekirina krediye Moodysê nota Tirkiyeyê ji Ba3’yê anî B1’ê.
Saziya qedemekirina krediye Moodysê nota Tirkiyeyê ji Ba3’yê anî B1’ê.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Moodysê ve hatî kirin, hevsenga dayîna kêmkirina notan nîşan dide ku krîzê didomîne.
Moodysê nota Tirkiyeyê ji Ba3’yê kêmî B1’ê kir û nota krediyê jî negatîf nîşan da.
Moodysê di daxuyaniyê de bal kişande ser nediyarbûna ku ji dûbarekirina hilbijartina Stenbolê ava bûyî û ragihand ku wê lîreyê Tirk hê bikeve û rezervên dovîzê hê bêhtir kêmtir bibin. Moodysê ragihand ku di rewşeke wiha de ku DYE guşaran li ser Tirkiyeyê pêk bîne wê piyasa hê bêhtir bertek nîşan bide.
Di daxuyaniyê krîza S-400 a di navbera Tirkiye û DYE’yê de hate destnîşankirin û wiha hate gotin; “Gûşarên gengaz ku ji aliyê Kongreya DYE ve were nirxandin wê zextekê li ser sîstema fînansal û aborî ya Tirkiyeyê bike.”