Li Siwêregê pevçûna ser zeviyan: 6 kes mirin 5 kes birîndar bûn
Li Siwêregê du malbatan li ser erdan bi çekan li hev xistin. Di pevçûnê de 6 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.
Li Siwêregê du malbatan li ser erdan bi çekan li hev xistin. Di pevçûnê de 6 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.
Li taxa Çeltîk a girêdayî navçeya Siwêrega Rihayê di navbera du malbatan de li ser erdan nîqaş derket û nîqaşa wan veguherî pevçûna bi çekan. Di pevçûnê de Ridvan Buluş (30), Serdar Delen (31), Zozan Îzol (42), Mustafa Serdar (24), Meral Îzol (42) û Hakki Îzol (49) jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di peçvûnê de Yusuf Rojhat Îzol, Cîhan Îzol, Serhat Ferman Îzol, Cemal Îzol û Mehmet Metîn Îzol jî birîndar bûn.
Birîndaran rakirin nexweşxaneyên cuda yên Riha û Amedê. Kuştiyan jî rakirin morga nexweşxaneyê. Gellek cendirme û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Li aliyê din hat zanîn ku têkiliya Rivan Buluş (30) û Serdar Delen (31) bi bûyerê re nîne û diyar bû ku ji ber wesayîta kesên ji bûyerê reviyan li wan qelibîn jiyana xwe ji dest dan.