Temellî: Di 23’ê Hezîranê de tercîha gelê me diyar e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temellî diyar kir ku ji bo hilbijartina Stenbolê ya 23’ê Hezîranê tercîha wan diyar e û got; “Em dixwazin di 23’ê Hezîranê de di sindoqê de demokrasî, aşitî, muzakera derbikeve.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, li Otela Taksim Hill a Beyoglu, bi xebatkarê çapemeniyê re hate cem hev. Parlamentere HDP'ê Mehmet Tiryakî û Endamê Meclîsa HDP'ê Aylin Hacaloglu jî di civînê de amade bûn. 

Temellî, anî ziman ku hilbijartina Stenbolê wê di 23'ê Hezîranê de dubare bibe û wiha got: “Demek pir kurt ji hilbijartinê re ma. Niqaşên hilbijartinê hêj didomin. Zextên li ser HDP'ê jî didomin. Her kes dizane hemû niqaşên li ser HDP'ê bêyî HDP'ê tên kirin. Li ser HDP'ê ambargoya medya heye. Em dixwazin rê li pêş geşedanên nû vekin. Em dixwazin pergala perwedehiyê nû bikin. Ji ber vê yekê ev hilbijartina weliyan e. Em dixwazin weliyê xwendekaran jî di vê hilbijartinê de kar bidin ser milê xwe. Em di hilbijartina 23'ê Heziranê de karneya desthilatê bidin wan. Ev hilbijartina demokrasiyê ye. Em ê bi têkoşîna xwe ya li hemû qadan Tirkiye ji nûve ava bikin.”

Temellî bi domdarî got; “Di hilbijartina 23'ê Hezîranê de bijartina gelê me pir zelal e. Em bang li hemû hilbijêr û gelê xwe dikin û dibêjin. Di 23'ê Hezîrane de hûn li ku dibin bibin biçin ser sindoqan û teqez dengê xwe bidin. Biçin ser sindoqan ku ji sindoqan demokrasî aştî û muzakere derkevin. Ji bo vê yekê em kedek mezin didin. Em li ser berjewendiyê hilbijartinê nêzîk nabin. Em HDP ne li pêy hesabên erzan in. Tu carî em li ser berjewendiyan nêzî hilbijartinê nebûn. Em bi teevahî li mesemeyê dinerin. HDP partiya sereke ya Tirkiye ye. Li dijî partiya me propagandayayek reş heye. Em partiya Tirkiyeyê ne. Bendewariya gelê Tirkiye ji me heye."