Trump: Agirbest di meriyetê de ye, hemû balafir wê vegerin baregehên xwe
Serokê DYE’yê Donald Trump teqez kir ku agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, êdî di “meriyetê” de ye.
Serokê DYE’yê Donald Trump teqez kir ku agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, êdî di “meriyetê” de ye.
Trump ê ku her du welêt bi taybetî jî mutefîkê xwe Îsraîl bi binpêkirina agirbestê sûcdar kir, daxuyaniyeke nû da.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li ser tora Truth Social ev daxuyanî da: “Îsraîl wê êrîşî Îranê neke. Hemû balafir wê vegerin û biçin baregehên xwe.”
Trump ev tişt jî got, “Ti kes wê birîndar nebe, agirbest êdî di meriyetê de ye.”
‘EZ JI ÎSRAÎLÊ RAZÎ NÎNIM’
Çend deqe beriya vê daxuyaniyê, Trump hêrsa xwe ya li hemberî Îsraîlê anîbû ziman.
Serokê DYE’yê li pêşberî kamerayên televîzyonê wiha gotibû: “Di kêliya ku me li hev kirî de, Îsraîl derket derve û gelek bombe avêtin, min ti carî evqas bombe nedîtibûn, ez ji Îsraîlê razî nînim.”
Trump bi rengekî bi hêrs ev tişt gotibû: “Yanî ez ji wan razî nînim. Ez ji Îranê razî nînim, lê bi rastî jî ji Îsraîlê razî nînim.”
DYE’yê li ser torên dîjîtal jî ev daxuyanî dabû: “Îsraîl. Van bombeyan neavêjin. Eger hûn bavêjin, ev wê bibe binpêkirineke mezin a agirbestê.”
Donald Trump piştre ji bo Lûtkeya NATO’yê ya li bajarê Lahey, ber bi Hollanda ve bi rê ket. Trump di saetên şevê de ragihandibû ku ew agirbesteke di navbera Îsraîl û Îranê de qebûl bike.