Li Rihayê terora rejîmê: 5 kes hatin girtin

Daraza girêdayî rejîma AKP’ê, li Rihayê parvekirinên tevnên civakî kir hincet û ji 13 kesên hatibûn destgîrkirin, 5 kes girtin.

Di serdegirtinên mala ên ji aliyê jenderme û polîsan ên li navçeyên Pirsûs, Curnê reş, Xelfetî û Bêrecûk ên Rihayê ya 13’ê Hezîranê de 13 kes hatibûn destgîrkirin.

13 kesên ji ber parvekirinên tevnên civakî hatibûn destgîrkirin birin Edliyeya Rihayê.

Dozgeriyê kesên bi ‘propagandakirina rêxistinê’ sûcdar kir, 8 jê berdan û 5 kes jî bi daxaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kir. Dadgehê 5 kes girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.