'Encam serketina berxwedana kolektîf e'

Çalakgerên ku demeke dirêj li girtîgehan li ber xwe dan dibêjin, encama ku derketiye holê berhemeke hewldana kolektîf e.

Roger Tîrej Ozalp ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê tê hiştin, yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê ye ku 16'ê Kanûna 2018'an kete greva birçîbûnê.

Ozalp destnîşan kir, encama derketiye holê serketina têkoşîna kolektîf e û got, di encama berxwedanê de helwesta dewleta Tirk û CPT ku tecrîd rewa dikirin hate têkbirin.

Ozalp bi domdarî got, "Serketina derketiye holê ne tenê serketina berxwedana li zindanan e. Berhema ked û hewldaneke kolektîf e. Di serî de berxwedana Dayikên Aştiyê, encameke berxwedana mûxalîfan û hemû beşên civakê ye. Di heman demê de helwesta dostên me yên ji tevgera şoreşger a Tirkiyeyê, piştgiriya wan a madî û manewî ya li çalakiyê, di serketina çalakiyê de bandoreke girîng kir. Careke din eşkere bû ku berxwedan li dijî faşîzmê û zordariyê bi ser dikeve."

Ozalp diyar kir, bi demê re wê bê dîtin ku tecrîd bi temamî bi dawî bûye yan na, Ocalan wê karibe bi rengekî azad karê xwe bike yan na û got, "Lê belê bidawîbûna qedexeya hevdîtina parêzeran nîşan dide ku nêzîkatiya dewleta Tirk û CPT a ku tecrîdê rewa dike, têk çûye. Serdana wan a li girtîgehan, serdana wan a li Girtîgeha Îmraliyê ku piştî çend salan pêk anîn, yek ji nîşaneyên serketina çalakiyê ye ku bi pêşengiya Leyla Guven pêk hat."

Ozalp destnîşan kir, çalakiyê di heman demê de polîtîkaya tepisandin û zordariyê ya faşîzma AKP-MHP'ê ya li dijî gelê Kurd û hêzên sosyalîst, demokrat û mûxalîf têk biriye.

Ozalp herî dawî anî ziman ku wê ji niha û pê ve têkoşîna xwe xurtir bikin.