Parlamenterê Swêdî: Dibe ku Erdogan êrîşî Rojava bike

Parlamenter û Berdevkê Polîtîka Derve yê Partiya Lîberal Fredrik Malm hişyarî da û got, beriya hilbijartinên Stenbolê Erdogan ji bo karibe dengên neteweperest û şovenan werbigire dibe ku êrîşî Rojava bike.

Parlamenter û Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Lîberal a Swêdê Fredrik Malm bi bîr xist, dewleta Tirk 15 sal in êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û got, operasyona dawî ku hêzên xwe yên bejahî jî bi kar tîne dibe ku pêwendiya xwe bi hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê re hebe. Malm anî ziman, rojên dawî sînyalên cuda ji Tirkiyeyê tên û got, "Di sîstema hiqûqê de reform tê kirin lê di heman demê de li Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonê dike. Van her du tiştan di heman demê de dikin. Tirkiye li Sûriyeyê xwe bi Rûsyayê ve girêdayî dibîne. Nizane ku li dijî Rûsya û rejîma Esad bi çi rengî tevbigere."

Malm diyar kir, Erdogan wê êrîşî Rojava bike û got, "Li Sûriyeyê çar aktorên xurt hene. Rûsya, DYE, Esad û Tirkiye. Di nava wan de der barê paşeroja Sûriyeyê de nîqaşên tund tên kirin. Li Îdlibê sê milyon mirov hene. Tirkiye ji pêleke koçberan a ji Îdlibê bi fikar e. Naxwaze ku Rûsya û Esad êrîşî Îdlibê bikin."

TIRKIYE DIXWAZE SÎSTEMA LI ROJAVA JI HOLÊ RAKE

Malm diyar kir, heta ku DYE li herêmê be zehmet e ku Tirkiye êrîş bike û got, "Tirkiye dixwaze sîstema li Rojava ji holê rake. Dibe ku êrîşî Minbicê bike. Beriya hilbijartinên Stenbolê yên 23'ê Hezîranê dibe ku Tirkiye bikeve nava Rojava. Ji bo di hilbijartinên Stenbolê de bi ser bikeve dibe ku vê bike."

Serokê Partiya Lîberal Jan Bjorklund beriya niha di daxuyaniyeke xwe de ya li rojnameya Expressenê diyar kiribû, divê hikumeta Swêdê û dinya li dijî gefên Tirkiyeyê derkevin û piştgiriyê bidin sîstema xweser û demokratîk a li Rojava.

Malm der barê bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir, ev yek gaveke girîng e lê nayê wê wateyê ku pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê kiriye.

Malm got, "Bi dîtina min Ocalan bandoreke mezin li alîgirên xwe dike. Lê belê divê mirov faktorên din jî bibînin. Faktora herî girîng jî tifaqa Erdogan a bi Devlet Bahçelî û MHP'ê re ye. Ew ti carî naxwazin bi Kurdan re pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê bike. Ya duyemîn jî; Ocalan kesayetekî xurt e. Di nava rêxistina xwe de serwer e. Lê belê di nava Kurdan de bask û komên cuda hene. Di nava wan de dibe ku yên li dijî pêvajoyeke wiha derkevin hebin."

'QANÛNA LI DIJÎ TERORÊ' YA NÛ BI RÎSK E

Malm der barê bandora qanûna nû ya hikumeta Swêdê li dijî DAÎŞ'ê amade kiriye ya li ser tevgerên rizgariya neteweyî û PKK'ê got, "Rîskeke wiha heye. Ji ber vê yekê qebûlkirina vê qanûnê dereng ket. Em ji aliyekî ve dixwazin Swêdê li dijî terorîzmê biparêzin, li aliyê din jî divê garantiya hiqûqî biafirînin. Pirsgirêk ew e ku Yekîtiya Ewropa lîsteya rêxistinên terorê di ber çavan re derbas nake."

Malm bal kişand ser lîsteyên rêxistinên terorê yên Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî û got, "Derxistina van rêxistinan ji nava lîsteyê alternatîfeke siyasî ye. Lê belê ji bo pêkhatina vê yekê biryara dadgehê divê. Ez her tim bi guman nêzî van lîsteyan bûm."

Malm diyar kir, piştî ku qanûn kete meriyetê wê dadgeh mijarê binirxînin, wê binirxînin ku kîjan rêxistin 'rêxistina terorê' ye û got, "Biryara dadgeha destpêkê wê mînak be. Zehmet e ku mirov texmîn bikin ku dadgeh biryareke çawa bide. Darizandina kesên tevlî DAÎŞ'ê bûne girîng e."