Li Elmanyayê wê 16'ê Hezîranê Festîvala Çand û Sporê pêk were

Ciwanên Kurd ên li eyaleta NRW a Elmanyayê wê 16'ê Hezîranê li Monchengladbachê Festîvala Çand û Sporê pêk bînin. Komîteya Amadekar a Festîvalê bang li ciwanan hemûyan û Kurdistaniyan kir ku tevlî festîvalê bibin.

Ciwanên Kurd ên li eyaleta Nordrhein Westfalen a Elmanyayê ne, wê 16'ê Hezîranê Festîvala Çand û Sporê pêk bînin. Festîval wê saet 10:00 li bajarê Monchengladbachê pêk were.

Komîteya Amadekar a Festîvalê dîmenek weşand û bang li ciwanên li NRW û Kurdistaniyan kirin ku tevlî festîvala roja Yekşemê bibin.

Di daxuyaniyê de ji bo armanca festîvalê hate gotin ku komkirina ciwanên Kurd e.

Di festîvalê de wê lîstikên futbolê, pêşbirkên cihêreng, pêşandana govend û koroya zarokan hebe. Her wiha Hozan Kawa û Hozan Lokman jî wê hunera xwe pêşkêş bikin.

Komîteya amadekar bang kir ku tîmên dixwazin tevlî tûrnûvaya futbolê bibin heta 15'ê Hezîranê qeyda xwe çêbikin.