HDP’ê komkujiya li dijî Suryaniyan şermezar kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera 104’an de komkujiya (Seyfo) li dijî Suryaniyan şermezar kir. HDP’ê diyar kir ku hişmendiya Enver Paşa hê jî didome.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera 104’an de komkujiya (Seyfo) li dijî Suryaniyan şermezar kir. HDP’ê diyar kir ku hişmendiya Enver Paşa hê jî didome.
Berdevkê Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Nîmetullah Erdogmuş bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li dijî Suryaniyan şermezar kir û diyar kir k u êşa gelê Suryanî parve dikin.
Erdogmuş di berdewama daxuyaniya xwe de got, “Li vê xakê serdestan, gel û baweriya ku bi hişmendiya yekparêz, dewletparêz û dijminkirinê re rû bi rû nehiştî, nemaye.
Pêvajoya şerê cîhanê yê yekemîn, 1915’an û piştî wê; serdema herî tarî ya vê erdnîgariyê ye. Di vê heyamê de ne tenê li dijî gelê Ermenî, li dijî gelên Suryanî-Asûrî-Aramî-Keldanî û gelên din ên Xiristiyan polîtîkayên komkujiya sîstematîk pêk aniye.
Di 104’emîn salvegera komkujiya Sefo de em, komkujiyê şermezar dikin, êşa gelê Suryanî parve dikin. Em, her kesê ku li vê xakê komkujiyan re rû hatî hiştin, hatî tinekirin û tinehesibandin, bi neheqiyê re rû bi rû mayî bi bîr tînin û dibêjin êşa wan êşa me ye.”
Erdogmuş, da zanîn ku hişmendiya Enver Paşa ya komkujer hêj li ser kar e û di vê hişmendiyê de guhertin pêk nehatiye û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî; “Em bi vê wesîlê careke din komkujiya li dijî Suryaniyan şemezar dikin. Em bang li her kesî dikin ku di mijarê heq, hiqûq, edalet û bi paşeroja xwe re rûber be, û di vê têkoşînê de mil bi mil li kêleka hev bisekinin.”