NY: Li Xezeyê bikaranîna xurekê ya weke çekekî sûcê şer e

Komîsertiya Mafên Mirovan a Bilind ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Xezeyê bikaranîna xurekê ya weke çekekî ya ji aliyê Îsraîlê ve weke ‘’sûcê şer’’ pênase kir.

Berdevkê komîsertiyê Thameen Al-Kheetan got ku sivîlên birçî yan ji birçîbûnê dimirin yan jî dema hewl didin xwe bigihînin alikariyan tên kuştin, bi rewşeke wiha ya dermirovî re rû bi rû ne.

Al-Kheetan got: ‘’Li hemberî gelê sivîl astengkirina xwegihandina xurekan sûcê şer e.’’

GHF XEFIKEKE MIRINÊ YE

Weqfa Alikariyê ya Xezeyê (GFH)  ku Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) piştgiriya wê dikin, di dema belavkirina alikariyan de bûbû sedema rewşên kaotîk û gelek hatibû rexnekirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek rêxistinên mirovî ji ber nezelalbûna wê karkirina li gel GFH’ê red dikin. Berpirsê Ajansa Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini di daxuyaniyeke xwe ya li Berlînê de got: ‘’Alikariyên GFH’ê weke abomînasyonekê ye, xefikeke mirinê ye ku însanan bîçûk dixe.’’

Li gorî daneyên NY’ê Îsraîl gule berdane ser Filîstiniyên ku hewl didin xwe bigihînin navendên alîkariyan û herî kêm 410 kes kuştine û nêzîkî 3.000 kes jî birîndar kirine. Her wiha herî kêm 93 kesên ku hewl dane xwe bigihînin alikariyên NY’ê jî ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî bang li Îsraîlê kirin ku li Xezeyê dawiyê li astengiya xwegihandina xurek û alikariyan bîne. Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: ‘’Weke hêza dagirker Îsraîl berpirsiyar e ku ji sivîlan re pêdiviyên sereke dabîn bike.’’ Her wiha daxwaza karkirina saziyên alikariyan a bi awayekî azad û vegera rêgezên mirovî hate kirin.